7’ê Hezîranê; gel çarenûsa xwe diyar dike

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK Zaxo Zagros û Endama Koordînasyona (KJK) jiyan Lava hilbijartinên 7’ê Hezîranê nirxandin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK Zaxo Zagros û Endama Koordînasyona (KJK) jiyan Lava  hilbijartinên 7’ê Hezîranê nirxandin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zaxo Zagros hilbijartinên 7’ê Hezîranê nirxand û got, “Ev hilbijartin pêşeroja gelan diyar dike. Ger AKP hilbijartin di asteke bes de bigire, wê rejîm bê guhertin û bibe rejîmeke yek mirovî û wê dîktatoriyê bi xwe re bîne, ger HDP bi ser bikeve wê hemû gel bi ser bikevin û azadiya jin û civakê misoger bibe.” Endama Koordînasyona Jinên Kurdistanê (KJK) Jiyan Lava jî, got, “Ji ber ku HDP ji bo hemû gelên Tirkiyeyê re bûye hêvî û bawerî Erdoganê ku îflas kiriye, nikare HDP tehemul bike.”

SULTANTIYA ERDOGAN DIBIN BENDAVÊ DE DIMÎNE! 

Zagros li ser hedef, armanc û êrîşên AKP ku li hember HDP’ê pêş dikevin nirxand û got, AKP û Erdogan dixwaze pergala serokatiya yek kesî pêş bixe.“Ji bo wê jî AKP her tim HDP dike hedefa erîşên xwe. Ger HDP bendê derbas bike wê, çarenûsa Tirkiyeyê bê guhertin û nehêlê ku pergala Erdogan çêbibe. Ger ku HDP dibin bendê de bimîne teqez tê de lîstik hene. Ji ber ku hemû diyarde nîşan didin ku wê HDP bendê derbas bike. Dema em dengê bi giştî dişopînin daxwaz û refleksên gel bi giştî dişopînin mirov bi rengekî aşkera dibîne ku wê encameke wiha bi xwe re derxe holê. Ji ber ku gelek caran AKP, MHP û CHP hatine ser desthilatdariyê, lê di jiyana civakan de ti guhertin nehatine çêkirin. Lê strateji û polîtîkayên HDP’ê kelecan û coşek mezin çêdike. Partiya ku dikare li Bakur û Tirkiyeyê ev tabloya ku heye biguhere û çarenûsa gelê Kurd biguherîne HDP’ye. ji ber ku partiyen din nikarin vê biguherînin. Loma êrişên herî dijwar li ser HDP’ê tên pêşxistin.”

LI HEMBERÎ FAŞÎZMA AKP’Ê HIŞYAR BIN

 Zagros bal kişand ser êrîşa ku li Çewlîgê hat pêşxistin û got: “Hevalê Hemdûlah ku di vê êrîşa çekdarî de şehîd ket em bibîr tînin û ji malbata wî re ser saxî dixwazin. Ji dema hilbijartinê û heta niha ev bûyera sêyemîn e ku bi deste hêzên tarî pêş dikevin. Heta niha digotin, bila Kurd werin û sîyasetê bikin, çima diçin serê çiya, lê niha diyare ku tehemûla hikûmeta AKP û dewletê ji hêza gelê Kurd re nîne. Dema ku  dibînin Kurd ji bo nasname û vîna xwe tevlî sîyasetê dibin, ji bo vê jî her şêwazên hovane pêş dixin. Ji bo ku Kurd sîyasetê nekin heta wan dikujin jî. Ev faşîzme e. Esas faşîzma AKP’ye. sond xwarine ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Li hemberî dîktatorya faşîzma Erdogan gel bi coşeke mezin xwe tevlî mitîngan dike. Ew klîkên ku li derdorê AKP’ê ne klîkên şer in. Ev jî meriyeta JÎTEM’ê bi xwe ye. Çawa ku di salên 1990’i de li Bakurê Kurdistanê şer derdiket holê, niha jî heman tişt heye. Ji bo wê jî ti ferq di navbera JÎTEM û AKP’ê de nîne. Ti ferq di navbera kiryarên Erdogan û Tansû Çîler û 12’ê Îlonê de jî nîne.Ji ber ku wê demê her kes  zanibû darbe û înqilab heye, lê niha, ev jî nay zanînê. Dema Tansû Çîler her kesî zanîbû ku derbeya leşkerî heye, lê AKP xwe wiha dide nasîn ku demokrasiyê, çareseriyê û aştiyê diparêze û wiha mirovan dixapîne. Heta dawiyê ji di bin de şerê taybet dimeşîne. Ji bo wê jî gel vê rewşê dibîne. Bi rastî jî mirov dikare bêje ku AKP, hemû rengê şer xistiye dewrê. Rewşa ku li Çewligê çêbû, bi mirovan re fikaran çêdike ku rewşên mezintir jî çêbibin.”

ÇAVSORÎ JI BER TAWANAN IN

Zagros, da zanîn ku  Erdogan tawanên pir mezin kiriye, ger nebe desthilatdar wê bê darizandin. Ji ber ku pir tawanên mezin kiriye, pir jî ditirse û wiha dirêjî da axatina xwe: “Partiya ku nahêle AKP bibe desthilatdar HDP’ye. Lewma AKP vê astengiyê dibîne û êrişên xwe yên dijwar li ser HDP’ê didomîne. Hevpeyvîneke bi Yalçin Akdogan re hatibû çêkirin, ji serî heta dawî behsa HDP’ê dikir. ji bo êrîşên Agirî, Mersîn, Edenê û Çewligê divê Gelê Kurd bersivên pêwîst di 7’ê Hezîranê de vê bide wan. Êdî ne derevên Erdogan û ne jî derevên Davutoglû ti kesî îqna nake û ne jî dikare kesê bixapîne. Ji ber ku maskeya rûyê wan ket û ew tazî man. Erdogan dibêje, ger ez nebim desthilatdar ez ê dinyayê xera bikim. Bi dizî û bi xwarina malê feqîran bûye xwedanê desthilatdariyê û zilmê li ser gel dimeşîne. Bi xapandin û derew bûn îktîdar, lê niha hemû derevên wan aşkera bûne. Ji bo wê jî, pêwîst bû ku mîtîng pir di aramiyeke mezin de bihatana pêşxistin. Bi rastî jî êrîşeke pir mezin li ser HDP’ê heye. Em jî di wê bawêriyê de ne ku wê gel di 7’ê Hezîranê de bersiva van êrîşan bide.”

HDP HÊVÎ Û BAWERIYÊ ŞÎN DIKE

Endama Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê KJK Jiyan Lava di serî de hemû dayik, kal û pîrên ku tevlî mîtîngan dibin ez wan silav dikim got û li hemû bajarên ku mîtîng bi coşek mezîn û germahiyeke mezin tên domandin slav kir. “Ev mîtîngên ku bi coş û kelecaneke mezin tên li darxistin tehemûla hikûmeta AKP li hemberî van mîtingan nîne, lewma jî dewlet êrîşî gel dike û astengiyan derdixe. Bi komên faşist xwestin ku provokasyonan pêş bixin. Her wiha ji destpêkirina pêvajoya hilbijartinê heta niha, li her derê êrîşên pir dijwar û planên pir cuda hene. Dixwazin ku darbeyeke mezin li HDP’ê bidin û nehêlin ku HDP bendê derbas bike. Bila hikûmeta Erdogan vê baş zanibe, HDP ne bi tenê partiya Kurdan e. HDP ev ast derbas kiriye, HDP di heman demê de partiyeke hemû gelên Tirkiyeyê ye. Îro Gelên Tirk jî hêviya xwe di HDP’ê de dibînin. Ji ber ku êdî Erdogan îflas kiriye. Hêviyen hemû jin û civakan HDP ye. Ji bo wê jî AKP li hemberî vê aciz w û nahêle ku gelê me bi rehetî tevlî van mîtîngên xwe jî bibin. HDP bersiva neteweperestiya ku li Tirkiyeyê ye. Hemû gelên bindest bi hêviyên mezin in ku wê HDP bi ser bikeve. Ev plangeriyên ku li ser HDP’ê hene, wê HDP van hemûyan vala derxe û wê di 7’ê Hezîranê de encamek serketî derkeve û wê serketinê bîne.”

EDEBA XWE NEHÎŞT!

Lava li ser helwesta Jinên Agiriyê ku di dema mîtînga Erdogan de danîbûn û heqaretên Erdogan bibîr xist û wiha domand: “Erdogan li Agiriyê heqareteke mezin li jinê dike. Erdogan li hemberî jin  û civakê pir kambax tevdigere.Ev jî bê exlaqiyeke mezin e. Jin di bin banê HDP’ê de pêş dikeve û jin temsiliyeta xwe di nava pergala HDP’ê de dibîne. Jin çiqas ku diçe di nav pergala HDP’ê de xwe diyar û zana û xwe bi rêxistin bike wê pêşengtiya civaka Kurd û Tirk bike. Di her kêliyê de dibe ku provokasyon pêş bikevin, divê jin li hemberî van provokasyonan hişyar bin. Gelê me yê Erziromê nehat provokasyonan. Wê encamên herî xurt bersiv da provokasyonan. Ji bo ku HDP bendê derbas neke pir lîstok tên meşandin.”

BANGAWAZÎ!

Zaxo Zagros bang li gelê Kurd kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di rojên pêşiya me de dibe ku AKP komkujî pêş bixe. Heta îhtîmaleke wisa heye ku AKP nehêle hilbijartin bên çêkirin. Ji bo wê jî pêwîst e ku HDP û gelê me pir hişyar tevbigerin. Li hemberî kesên faşîst divê em bi hişyariyeke mezin pergala xwe ya ewlekariyê xurt bikin. Çiqas ku tevlîbûna mîtîngan girîng bûn, girîngiya ser sindoqan jî wiha ye. Dibe ku rojek be, lê wê pêşeroja me diyar bike. Ji ber ku pêşeroja gele me bi dengê me ve girêdayî ye. Her wiha jî ewlekariya sindoqan jî pir girîng e. Divê her kes wê rojê hişyarbûna xwe bigîhîne asteke herî jor. Divê em li rûmet û şerefa xwe xwedî derkevin. i ber ku Rêber Apo digot; ‘Dengê me rûmet û şerefa me ye.’ Divê em jî bi vê zanebûnê li dengê xwe xwedî derkevin. Jin kal, pîr divê ku wê rojê kes li mala xwe nemine. Ji bo întîqama şehîdê, Agiriyê, êrişa Mersînê, întiqama, Çewlig û Kobanê divê ku em bi dengê xwe bigrin. Divê di 7’ê Hezîranê de ji AKP’ê tola xwe rakin. Çi dikeve ser milê kê divê bike, wê rojê li dengê xwe xwedî derkeve û biçe ser sindoqan. Em di wê hêviyê de ne ku wê têkoşîna gelê Kurd di asteke wiha de bigîhe serketinê.”

 

...