6 xwendekarên din jî yên zanîngehê hatin girtin

6 xwendekarên din jî yên zanîngehê hatin girtin

6 xwendekara ku di çarçoveya operasyona li hemberî xwendekarên zanîngehê hatibûn binçavkirin bi îdîaya 'endamên rêxistinê ne' ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Di 5'ê Pûşberê li hemberî xwendekarên zanîngehên Stenbol û Marmarayê operasyon hatibû lidarxistin û di encamê de 12 xwendekar hatibûn binçavkirin. Xwendekarên ku sewqî dozgeriyê hatin kirin îfade dan. Dozger ji 12 xwendekaran 5'an serbest berdan û 7 xwendekar jî bi daxwaza bên girtin sewqî dadgehê hatin kirin.

12'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê xwendekarekî serbest berda û derbarê Gulten Îsteklî, Ferhat Kavak, Ûgûr Tekdal, Zekî Yilmazsoy, Şamîl Kaya û Oktay Gurdeyîr bi îdîaya 'endamên rêxistinê ne' biryara girtinê da.