6 sal û 3 meh cezayê hepsê dan şaredarê berê Mehmet Yaşik
Bi hinceta xebatên siyasî 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li şaredarê berê yê bajarokê Lîz ê navçeya Kop a Mûşê Mehmet Yaşik hate birîn.
Bi hinceta xebatên siyasî 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li şaredarê berê yê bajarokê Lîz ê navçeya Kop a Mûşê Mehmet Yaşik hate birîn.
Xebatên siyasî yên Mehmet Yaşik ên di bin bunyeya DBP’ê de, di çarçoveya “endamtiya rêxistinê” hate nirxandin.
Di rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Edeneyê de, parêzerê Yaşik diyar kir ku xebatên navborî hemû xebatên partiya siyasî ya qanûnî ne û daxwaza berdanê kir. Lê dadgehê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hepsê birî.