6 sal ceza li Hevserokê MEBYA-DER'ê birîn
6 sal û 3 meh ceza li Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag birîn.
6 sal û 3 meh ceza li Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag birîn.
Duh rûniştina biryarê ya doza derheqê Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag bû. Ji ber ku derheqê xebatên komeleyê daxuyaniya çapemeniyê daye, li ser navê malbatên serlêdar daxuyanî daye û aîdat daye ceza lê hate birîn.
Dadgehê li ser mitelaya dozgeriyê 6 sal û 3 meh ceza li Karadag birîn.
Parêzer Muhîttîn Muguç diyar kir ew ê li dijî biryara dadgehê serî li Dadgeha Îstînafê bidin.