6 kesên bang ji bo 20’ê Tîrmehê kir, hatin girtin

6 ciwanên têkildarê salvegera 8’emîn a Qetlîama Pirsûsê belavok belav kirin û bang kir ku kes 20’ê Tîrmehê derbikevin derve, hatin girtin.

Rêxistinên ciwanan, têkildarê salvegera 8’emîn a Qetlîama Pirsûsê belavok belav kirin û bang kir ku kes 20’ê Tîrmehê ku salvegera Qetlîama Pirsûsê ye derbikevin derve. Polîsan êrîş bir ser rêxistinên ciwanan û 44 kes bi êşkence destgîr kirin. Rêxistinên ciwanan ku şevek destgîrkirî hatin hiştin, îro anîn edliyeyê. Ji 44 kesên îfade dan 35 jê hatin berdan, 9 ciwanên şûna êşkenceyê di canên wan de hebû bi daxwaza girtinê sewqê Dadgêriya Silh û Ceza hatin kirin.

Ji yên sewqê dadgehê hatin kirin, Ayşe Belîz Înce, Gamze Toprak, Berkan Devecî, Yasemîn Ebrû Gursoy, Merve Yeşîlyûrt û Alî Taha Saribiyik, bi îdiaya "Ji bo nehêlin polîs karê xwe bikin li ber xwe daye" û "Dijayetiya Qanûna 2911’an" hatin girtin.

Biryara girtinê, li ber edliyeyê bi berzkirina dirûşmeya "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" hat protestokirin.