Serlêdana parêzerên ya bi Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dîsan bi hinceta “keştî xirab bûyî ye” hate astengkirin.
Parezêrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rêzan Sarica û Huseyîn Bogatekin ji bo bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftiyane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bi hinceta ku “keştî xirab bûyî ye” destûra hevdîtina parêzeran neda.
Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27 Tîrmehê 2011'an ango 418 roje heta niha bi hincetên "keştî xirab bûyî ye", "muxalefeta hewayê" û "ewraqên keştiyê kêmin" tên astengkirin.