Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê

Li Serêkaniyê ya dagirkirî, çeteyan 4 welatî revandin û birin Tirkiyeyê.

Malbateke ji koçberên Serêkaniyê ragihand ku kurê wan Cûma Ehmed El Izo û 3 sivîlên dîtir dema ku çûne serdana Serêkaniyê, ji aliyê çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên li bajarê Serêkaniyê ve hatine girtin. 

Cûma El Izo ji gundê Menacîr ê Serêkaniyê ye, Mehmûd Hobo û kurê wî Welat Hobo ji bajarê Til Temir in û Ehmed Qasim El Ewed jî ji Serêkaniyê ye.

Malbata El Izo anî ziman ku ew dema çûne serdana Serêkaniyê û gundên wan, kurê wan û kesên ku pê re nêzî gundê El Aliye yê Serêkaniyê hatine girtin.

Her wiha malbata El Izo diyar kir ku kurê wan û hevalên wî ji aliyê çeteyên Polîsên Leşkerî yên Serêkaniyê ve hatine girtin û radestî îstîxbarata Tirkiyeyê kirine.

Malbatê da zanîn ku her çar sivîl derbasî Tirkiyeyê kirine û aqûbeta wan ne diyar e.

Malbata Cûma Ehmed El Izo û sivîlên dîtir nikarin xwe bigihînin zarokên xwe û tu agahî li ser rewşa wan negirtine.

Li gorî qanûnên navneteweyî û bi taybet Peymanên Cinêvê nabe ku welatiyên Sûriyeyê bigirin û bibin Tirkiyeyê.