4 Kurdên li Girtîgeha Îlamê dest bi greva birçîbûnê kirin

Meclîsa Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku 4 girtiyên Kurd li Girtîgeha Îlamê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Li gorî rapora Meclîsa Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, 4 Kurdên bi navê Mirdad Qeyser Beg, Eyûb Gerawend, Yunus Gerawend û Newid Mehmud Nijad ji navçeya Serwale ya bajarê Îlamê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku girtiyên li Girtîgeha Îlamê ji ber ku aqûbeta girtiyan nehat zelalkirin û dosyeyên wan nehatin zelalkirin dest bi greva birçîbûnê kirin.