3 hezar parêzer dê parastina ÇHD’ê bikin
3 hezar parêzer dê parastina ÇHD’ê bikin
3 hezar parêzer dê parastina ÇHD’ê bikin
Doza 9 jê girtî 22 parêzeran sibê destpê dike. Dê 3 hezar parêzer, parêzeran biparêzin.
Doza 9 jê girtî 22 parêzerên ku di bin navê “operasyona DHKP-C” hatİn binçav kirin û doz lê hatin vekirin, sibê destpê dike.
Rûniştin wê li Salona Kampusa Cezayê Înfazê ya Silivriyê ji aliyê 23. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve were meşandin û wê 3 rojan bidome.
Di gilînameyê de Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçuk Kozagaçli, Serokê Şaxê Stenbolê Taylan Tanay, bi “rêveberiyên DHKP-C’ê” tên sûcdarkirin. Ji bo parêzer Kozagaçli 16 sal heta 27,5 sal, ji bo parêzer Tanay jî 53,5 sal ceza tê xwestin.
Dê heta dawiya darizandinê, parêzerên ÇHD’ê ji aliyê 3 hezar parêzera ve bên parastin.
Parêzeran îro wekaletnameyên xwe pêşkêşî Edliyeya li Çaglayana li Stenbolê kirin.