270 serlêdanên êşkenceyê li TÎHV’ê hatine kirin
Nûnerê TÎHV’ê parêzer Mûrat Aba diyar kir di 6 mehên pêşîn ê salê de wan 270 serlêdanên êşkenceyê wergirtine.
Nûnerê TÎHV’ê parêzer Mûrat Aba diyar kir di 6 mehên pêşîn ê salê de wan 270 serlêdanên êşkenceyê wergirtine.
Nûnerê TÎHV’ê (Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê) parêzer Mûrat Aba diyar kir di sala 2023’an de ji ber êşkenceyên dewleta Tirk 270 serlêdan li weqfa wan hatiye kirin.
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) daneyên êşkenceya dewleta Tirk qeyd dike, piştgiriya tedawî û rehabîlîtasyonê dide kesên êşkence dîtine. Li gorî daneyên TÎHV’ê di sala 2022’n de 1201 û heta Gulana 2023’an de jî 270 kesan ji ber êşkenceyê serî li wan dane.
ÊŞKENCE ZÊDE DIBE
Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Parêzer Mûrat Aba ji ANF'ê re axivî û got: "Di nav serlêdanên ji bo weqfê de ev hejmareke zêde ye. Ji nav 1079 kesên ku êşkence dîtin, 547 kesan li midûriyetên emniyetê, 61 kesan li qereqolan û 69 kesan jî li jendirmeyan di destgîrkirina fermî de êşkence dîtine. 331 kesan jî di wesayîtên destgîrkirin û neqlkirinê de êşkence dîtine. Ev nîşan dide ku êşkence zêde bûye. Ev dane yên hemû nûnertiyên weqfê ne û yên kesên piştî destgîrkirinê hatine berdan. Hinek jê di destgîrkirinê de êşkenceyê dibînin û tên girtin. Bi awayekî xwezayî ev kes nikarin serî li me bidin. Em dizanin ku ev hejmar ji ya rastî zêdetir e.”
DANE BAŞ ZELAL NEBÛNE
Parêzer Aba bal kişand ser vî tiştî ku daneyên sala 2023’an zêdetir e lê di pêvajoya erdhejê de bi mehan serîlêdan li şaxa Amedê nehatiye kirin û got “Erdhejê bandoreke taybet li nûnertiya Amedê kir, ji ber ku bandor li tevahiya Tirkiyeyê kir. Ji ber avahiya ku nûnertiya me lê ye li pişt qada Diyar Galeriayê bû û ev der bi mehan girtî ma. Ketina weqfê jî qedexe bû. Ji ber vê nêzî du mehan weqf girtî ma. Piştî du mehan vebû, mixabin ji ber ku weqfa me li qata 14emîn bû, pirsgirêka asansorê hebû. Ji ber vê pirsgirêkê çend meh in em nikarin serlêdanan werbigirin. Ji ber vê yekê em dizanin ku bûyerên êşkenceyê yên îsal zêdetir in.”
KESÊN KU 30 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MANE JÎ SERLÊDANÊ DIKIN
Parêzer Mûrat Aba derbarê girtiyên 30 salî yên serî li weqfa wan dane jî got “Nêzî 50 serlêdan tenê ji nûnertiya Amedê re hatine. Kesên ku 30 salan di girtîgehê de mane, mafê wan ê tendirustiyê bi dehan salan hatine binpêkirin. A rast bi qasî 30 salan mafê wan ê tedawîbûnê hatiye astengkirin. Em vî tiştî wekî êşkence dibînin. Li gorî peymanên navneteweyî divê girtî rojê 10 saetan derkevin bêhnekê bistînin lê mixabin li Tirkiyeyê di hefteyekê de jî 10 saetan nikarin bêhnê bistînin. Em vî tiştî jî wekî êşkence dibînin. Divê hînî jiyana bajêr jî bibin. Pisporên me yên xizmeta civakî û bijîşkên me ji bo hêsankirina vî tiştî tişta ji destê me tê, em dikin.”