2013: Sala têkoşîna li dijî zayendîperestiya civakî
2013: Sala têkoşîna li dijî zayendîperestiya civakî
2013: Sala têkoşîna li dijî zayendîperestiya civakî
Li cîhanê yek ji tiştên herî kêm tê guhertin, mixabin têgihiştina zayendî ya civakî û wekheviya meyldariya cinsî ye. Ji bo jinên Kurd, Ermenî, Elewî, sosyalîst an jî femînîst, ji bo xwediyên nasnameya lezgiyen, gay, biseksuel an jî transan, salana 2013'an bi tenê yek ji salên bi mîlyonan e.
ANF'ê, sala 2013'an ji aliyê pêkanînên zayendîperestiya civakî û têkoşîna li dijî vê nirxand:
KOMKUJIYA PARÎSÊ Û HÊRSA LI DIJÎ KOMKUJIYÊ MOHRA XWE LI SALÊ DA
-Di sala 2013’an de darbeya herî mezin ya ku li siyaseta jinê hat xistin bê guman komkujiya Parîsê bû. Di 9’ê Çile de li paytexta Parîs ya Fransayê yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez hat qetilkirin. Di 17’ê Çile de cenazeyê her sê siyasetmedarên kurd ji aliyê sedhezaran ve hate pêşwazîkirin.
Di lêpirsîna ku der barê her sê şoreşgerên kurd de hate meşandin de parêzerên dozê diyar kirin ku aliyê vê komkujiyê Tirkiyeyê nîşan dide. Omer Guney yê ku komkujî pêk anî, derket holê ku beriya komkujiyê di navbera Enqere- Parîsê de çûye û hatiye û vê jî aliyê dozê guhert. Lê hêj pêngavên ku hêzên li pişt suîkastê derxînin holê nehatiye avêtin. Komkujiya pêk hat di nava kurdan de rastî bertekên mezin hat û di serî de li her çar parçeyên Kurdistanê û gelek bajarên cîhanê bi çalakiyan hat protestokirin. Jinên kurd yên li Ewropayê dijîn her hefte rojên çarşemê ji bo komkujî ronî bibe çalakî pêk anîn.
ME DAYIKA BERFO WENDA KIR
- Dayika Berfo ya 105 salî ku 33 salan bê navber ku hestiyê kurê xwe Cemîl Kirbayir ku di cuntaya 12’ê îlonê de di bin çavan de hat wenda kirin geriya, jiyana xwe ji dest da. Ji dayikên şemiyê dayika Berfo ku bi dayikên Plaze De Mayo ya têıoşîna jinên cihanê radike re di eniya herî pêş de cihê xwe girt û 30 salan bê navber bi îhtîmala ku kurê wê rojekê bê, li mala xwe ya navçeya Gole ya Qersê mabû û li bende kurê xwe mabû. 30 salî li hestiyên kurê xwe geriya. Cenazeya Dayik Berfo li qada Galatasarayê li ser milê dayikên şemiyê hat rakirin. Cenaze li Gole hat definkirin. Li pişt xwe jî wesiyetek danî: “Hestiyên kurê min bibînin, di gora min defin kir.
NAZLIYE SÎNCAR Û BI SEDAN JINÊN DIN
-Şîdeta li dijî jinê di sala 2013’an de jî bê navber berdewam kir. Di dozên taciz, tecawizan de ji ber ku sûcdaran ceza negirtin, bû sedema bertekên rêxistinên jinan.
Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de aktîvîsta DOKH û endamê Meclias Jinan a Kuçukçekmeceya BDP’ê Nazliye Sîncar ji bo tevli mitîngê bibe derket rê û ji aliyê hevserê xwe yê berê Şeyhzeydan Harman ve bi çekê hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Sîncar ji aliyê jinan ve hate rakirin. DOKH’ê diyar kir ku Sîncar şehîda têkoşîna xwe ye û hat gotin ku jinên DOKH’ê ala wê ya têkoşînê hildaye.
-Bê guman yek ji nûçeyên jinan ya ku di sala 2013’an de herî zêde di rojevê de ma kuştina Saraî Sîerra bû. Jina 33 salî ku ji DYA’yê ji bo wêneyan bikişîne hatibû Stenbolê, demekê agahî jê nehat girtin û malbata wê li ser vê yekê serî li Midûriyeta Stenbolê da. Nûçeya ku di çapemeniya DYA’yê yên ABC û CBS’ê de bi berfirehî cih girtin, di encama xebata Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de 12 roj şûnde cenazeya wê hat dîtin. Kujerê Sîerra jî piştî mehan şûnde hat girtin. Doz hêj negihiştiye encamekê.
QETILKIRINA GULDUNYAYÊ QEZAYE!
-Sembola komkujî û kuştinên jinan ya ku bi biryara meclisa malbatê hat kuştin Guldunya Toren e. Malbata Taş û Toren yên ku Guldunya qetil kirin, doza xwînê ya ku 9 salan berdewam kir û şûnde bi ‘xwarinek aştiyê’ bi dawî kirin. Endamên eşîrên ku Guldunya birin mirinê hev û din hembêz kirin. Yek ji malbata Taş, Enver Taş îdia kir ku qetilkirina Guldunyayê qezayeke û got: “Ev qezayek bû. Me jî ev qeza girt. Ji vir şûnde jî înşalah dê tiştekî wisa nebe.
- Qanûna Der barê Pêşîgirtina Şîdeta li hemberî Jinê û Parastina Malbatê ya ku bi îdiaya pêşî li şîdeta nava malê bê girtin ji Adara 2012’an heta niha ketiye meriyetê û tê îdiakirin ku vê jî şîdeta li ser jinê ji sedî 5 kêm kiriye. Lê heman raporê rastiya ku herî zêde jin rastî şîdeta leşker û polîsan tên veneşêrî. Bi vê raporê re li Tirkiyeyê cara yekemîn şîdeta li ser jinê bi daneyên fermî derket holê. Li gorî îstatîstikên wezaretê; ji roja ku qanûn ketiye meriyetê li dijî 12 hezar û 533 kesên bûyerên şîdetê pêk tînin tedbîr hatine girtin.
SERBESTBÛNA BI KONTROL LI KUJERAN HAT
-Piştî ku serokomarê tirkiyeyê Abdullah Gul qanûna ‘Serbestbûna qanûnî’ erê kir şûnde, hema hema hemû mêrên ku li dijî jinan sûc kirin hatin berdan û vê rewşê rê liber bertekên mezin vekir. rêxistinên jinan diyar kirin ku di qirkirina jinê de li Tirkiyeyê zêdebûnek çêbûye û dan zanîn ku di vê pêvajoyê de anîna rojevê ya vê qanûnê rexne dikin. Hate diyar kirin ku li şûna ku hikûmet li dijî mêrên ku şîdetê pêk tîne û jinan qetil dike tedbîran bigirin, qanûneke ku kujer jê fêdeyê jê bigirin derdixin û ev jî ji dijminahiya jinan wêdetir ne tişteke.
-Bûyereke din ya doza tecawizê ya ku herî zêde hat nîqaş kirin ji Çewlikê hat. Zaroka bi navê E. A ya ku rastî tecawiza leşkeran hat, li seranserê Tirkiyeyê ji aliyê rêxistinên jinan ve hat protesto kirin. Piştî ku tecawizkar çawîşê pispor ji aliyê dadgehê ve hat berdan şûnde di serî deli Çewlikê û Amedê çalakiyên protestoyî pêk hatin. Jinên DOKH’ê berbi avahiya Edliyê ve meşiyan. Jinan got; Di şexsê E.A de êrîşê ziman, çand,ax û hebûna gelê kurd kirine.
-Dozeke din bi neyînî encam bû. Li Tirkiyeyê darazê dîsa em matmayî nehiştin. Zaroka 13 salî ya bi navê N.Ç di 2002’an de li Mêrdînê rastî 26 kesê ku di nav de memurên dewletê jî hebû hat. Piştî bûyer di çapemeniyê de derket, doz hat vekirin û ji bo 24 gumanbaran 5 sal ceza hatibû dayîn û ev ceza ji ber rewşa baş daxistibûn 4 sal û 2 û 4 sal û 10 mehan. Di sala 2013’an de dozê berdewam kir û bi biryara ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin, ji bo gumanbaran her yekê di navbera 5 û 9 salan de ceza hat dayîn.
-Li Başûrê Kurdistanê jî kuştin, întîxar, taciz û tecawiza li ser jinê her ku çû zêdetir bû. Tenê li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkuk û Germiyanê ji Çileyê 2008’an heta Tîrmeha 2012’an 17 hezar û 435 jin rastî şîdetê hatin. di 6 mehên ewil yên sala 2013’an de hejmara jinên ku hatine qetilkirin daket 32’an. Di 2010’an de 49, 2011’an de 43, 2012’an de 46 jin hatin qetilkirin.
BI DANEYAN BÎLANÇOYA ŞÎDETÊ
-Li gorî rapora newekheviya zayendî ya 2013’an ku Foruma Aboriya Cîhanê (DEF) weşandiya, Tikriye di navbera 135 welatî de di rêza 15’emîn de cih digire. Tirkiye diwarê wekheviya mêr- jinê de di rêza dawî de cih digire û di 2006’an de dema destpêkê rapor hat weşandin Tirkiye di 105’an de bû. Li gorî rapora Zayendî ya Cîhanê a 2013’an ya Foruma Aboriya Cîhanê di alî tevlibûna jinê ya hêza kar de Tirkiye di navbera 136 welatî de di rêza 127’and e cih digire.
-Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Îstatîstikên Sîcîl a Edlî di sala 2012’an de 100 hezar bûyerên zayendî qeydê girtekan bûne. Sala borî 25 hezar bûyerên zayendî, 34 hezar dozên îstîsmara zarokan hatiye vekirin. 14 herzar û 164 bûyer ne wek bûyerên îstîsmarkirina zarokan wek ‘têkiliya ne reşît’ hat bi navkirin. Di çarçoveya şîdeta nava malbatê de jî nîvê serlêdanan bi bêşopandinê encam bû.
-DÎKASUM’ê ji profîlên 74 jinên ku serî li Mîvanxaneya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin da (Stargeh) raporek amade kir û diyar kir ku ji sedî 58’ê jinan rastî şîdeta fîzîkî, ji sedî 63.5 rastî şîdeta psîkolojîk, ji sedî 13.5 rastî şîdeta zayendî û ji sedî 16.2 jî rastî şîdeta aborî hatine.
-Rapora binpêkirina mafên zarokan a Weqfa Goç hat aşkerakirin. Li gorî raporê derket holê ku li 15 bajarên Tirkiyeyê 6 jê bûkên biçûk bi giştî 25 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine. Hat diyar kriin ku ji vana 18 heb bi mirinê encam bûne. Li gorî xebata weqfa Goç, di vê demê de di 15 bûyerên îstîsmara zarokan de 21 zarokên keç bi bandor bûne û ji vê bûyerê jî 7 keçik bûne amûrê mêtîngeriya zayendî.
-Di Komxebata Zewacên di Temenê Biçûk de ya DÎKASUM’ê de daneyên derketin holê careke din rastiya pedofîlî derxist holê. Li gorî lêkolîna DÎKASUM’ê li Tirkiyeyê rêjeya zewaca zû ji sedî 32 ye. Her wiha di komxebatê de hat xwestin ku zewacên zû bikevin çarçoveya îstîsmara zayendî ya zarokan.
-Bi pêşengiya Komeleya Jiyana Pembe ev 5 sal bû konferansên ‘Karkeriya Seksê û Mafê mirovan’ pêk dihat û di 2013’an de mijara wan ya sereke şîdeta polîsan bû. Di vê esasê de kampanyaya ‘Polîs destê xwe ji bedena min bikişîne’ hat destpêkirin.
SALEKE JI BO NEBAŞIYA JINÊ!
-Ji sala 2012’an heta niha der barê qedexekirina kurtajê de nîqaş hatin meşandin ev nîqaş het asala 2013’an berdewam kirin. Ji 40’î zêdetir rêxistinên civaka sîvîl hatin cem hev ‘Kurtaj maf e, Biryar Platforma Jinaye’ avakirin û xebatên xwe meşandin. Platformê Pêşnûmeya Qanûnê ya Îstîsmarkirina Zarokan û Tenduristiya Zêdebûnê lêkolîn kir û îtîraz kir. Ligel vê di malpera navnîşana wê www.kurtajhaktir.com ye de di mijara kurtajkirinê de mafê jinan çiye yek bi yek hat vegotin. Li gorî daneyên ku platformê dane di kurtajên piştperdê de pirsgirêkên tenduristiyê pir zêde bûne.
-Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî Fatma şahîn bersiv da pêşnûmepirsan parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sabahat Tuncel ya bi navê ‘Giştînameya Afirandina Wekheviya Derfet û zêdekirina îstîhdama jinê’ pêk tê an na?, lê lixwe mikur hat ku di rayeya wê ya ku du mudaxaleyê pirsgirêkên wekheviya zayendî bike tune. Di bersiva ku hat dayîn de hat diyar kirin ku kontrolkirina pêkanîn an jî nepêkanîna giştînameyê, aydê Wezarete Ewlehiya Civakî û Xebatê ye. Muxatabê nepêkanîna tayînkirina mustejara jin jî Serokatiya Personel ya dewletê ye. Ev daxuyaniya Şahîn ji aliyê rêxistinên jinan ve hat rexnekirin.
NAVÊ JINAN TÊ PAQIJKIRIN
-Îdiayên der barê ku Komîsyona Wekheviyê ya Derfetên Mêr-Jinê ya TBMM’ê jî tê girtin jî rastî bertekên jinan û rayagiştî hat. Nêzî 50 rêxistinên jinan îlan dan rojnameyan û bertek nîşanê ku Komîsyona Wekheviyê ya Derfetê Jin-Mêr vediguherînin Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Malbatî dan.
-Pakêta Îstîhdama Jinan ya ku Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî amade kiribû jî rastî bertekan hat. Jinan diyar kir ku ev pakêt wekê ku gelek mafan dide kedkarên jin û mêr tê pêşkêşkirin û gotin:Ji ber ku alîkariya kreşê, pereyê nîv rojê, beşeke razandina prîmên SGK’ê jiber ku tu ceza nayên kirin dê li ser kaxizan bimînin û di şevekê de dê bi mafên xapînok ev pakêt hat amadekirin.
GOTINÊN ZAYENDPEREST
-Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan salekê gotinên xwe yên zayendperest doman. Erdogan bi gotinên;Dema em derketin vê rê me îlan kir ku em muhafazakarên demokratin. Me malbat jî kir hedefa xwe’ gotina ‘3 zarok’ bê nav ber dubare kir. Der barê malên xwendekaran de gotina ‘Em nekarin desturê bidin keç û xort ligel hev bimînin’ anî ziman û vê yekê rê li ber bertekên tund vekir. di nav de rêxistinên LGBT’ê jî hebû 56 rêxistinên jinan daxuyaniya Erdogan protesto kirin. Rêxistinên jinan bi dirûşmeyên ‘Tayîp destê xwe ji bedena min bide alî’, ‘Bi kêre, çawa,li ku, ji te re çi Tayîp’ derketin kolanan û diyar kirin ku dê der barê serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan de serlêdana sûc bikin.
-Fatma Şahîn di her axaftina xwe de diyar dikir ku ew ne wezîra jinê, wezîra malbatê ye û di 2013’an de ev gotinên xwe berdewam kir. Şahîn got ‘ez wezîra mêrame jî û balkişand ser girîngiya parastina mêran û got dê ji mêran re jî stargehê vebikin. Şahîn her wiha îdia kir ku bûyerên taciz û tecawizê her sal kêmtir dibin.
KESÊN LGBT DI HEDEFÊ DE BÛN
-Bêguman têkoşîna jinan ya li dijî şîdet, tecawiz, newekhevî û zayenperestiyê seranserê salê berdewam kir.
Di berxwedana Gezî de taciz û tecawiza polîsan bi awayekî sîstematîk li ser jinan hat meşandin. Di bûyerên pêk hatin de taciza zayendî ya polîsan ji aliyê jinan ve li Taksîmê hat protestokirin û jinan peyama ‘Em ji AKP’ê, ji polîsên tacîzkar natirsin’ da. Jinan pankarta ‘Em li dijî şîdeta AKP’ê û Polîsan berxwe didin. Em li dijî taciza zayendî li kolanane’ vekirin.
-Nêzî 100 rêxistinên jinan û LGBT, ji bo ku li dijî binçavkirina jinan, êrîş û tacîza li dijî transan dengê xwe bilind bikin metnek îmze kirin û ji wezîr Fatma Şahîn û jinên parlamenter re şandin.
-Foruma Femînîst a Navnetewî ku Koas GL organîze kiribû, di navbera 16-17’ê Adarê de pêk hat. J i14 welatan femînîst tevli Forumê bûn. ‘Tora Herêmî ya li dijî Homofobiyê’ hatin cem hev.
-Endameke Tevgera Femînîst ya ji Ukraynayê a bi navê FEMEN li Stenbolê li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê xwe tazî kir û çalakiyek li dij Erdogan pêk anî. Di saetên nîvro de e endama FEMEN cilên xwe ji ser xwe kirin û got; ‘Erdogan biçe Kabîlê, bila Tirkiye azad bibe’.
-Kongreya Demokratîk a Gelan Yekemîn Konferansa xwe pêk anî. Di konferansê de ‘Rojeva Tevgera jinan, planên têkoşîn û polîtîkayên nasname-ked –bedenê hat nîqaşkirin.
-Di 2013’an de li Meclisê qedexeya pantrol û turbanê rabû. Roja ku parlamenterên girtî hatin, kursiya meclisê dibe ku cara yekemîn bûn ku jinan li pey hev mafê axaftinê girtibû.
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ JINÊN GIRTÎ ZÊDE BÛN
-Girtiyên jin yên girtîgeha jinan a Şakranê, di 8’ê Çileyê 2013’an de li dijî binpêkirinên mafan dest bi gireva birçîbûnê kirin. Jinan gireva xwe 31 rojan berdewam kirin û piştî daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin.
-Li girtîgeha Tîpa E ya Muşê bertek nîşanê desteserkirina pirtûk, cil û bergên wan yên gelerî û ji hev veqetandina koxuşan, dan û nivînên xwe dan ber agir. Di encama şewata ku derket de 7 girtiyên jin rakirin nexweşxaneyê. Serhildana girtiyên jin piştî hevdîtina parêzerên ÎHD û îdareya girtîgehê bi dawî bû.
JI ENIYA JINÊN KURD 2013
-Meclisa Jinan a Îşta ku di Kampa Şehîd Rustem de faliyetan dimeşîne, 8’emîn konferansa xwe ya Asayî di Sibatê de pêk anî. Di konferansê de pirsgirêkên jinên penbar yên Mexmurê û riyên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Her wiha di hilbijartinên şaredartiyê de ku li kampê pêk hat de derbasî pergalê hevserokatiyê bûn.
-Jinên li Rojavayê Kurdistanê bi navê YPJ’ê xwe bi rêxistin kirin 5 tabur avakirin. Şervanên YPJ’ê li dijî êrîşan di eniya pêş de cih girtin û di çapemeniya navnetewî de jî bûn rojev. Televîzyona VRT ya Belçîkayê ji bo jinên şervanê YPJ’ê got; “Jinên kurd ji bo Suriyê û mafên xwe tê dikoşe.” Ajansa Nûçeyan a Fransayê jî got; Li eniya Sûriyeyê jinên kurd yên şervan di nava berxwedaneke mezin de ye.
-bi malovaniya Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn pêk hat. Konferans sê rojan berdewam kir. Konferansa ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêk hat, ji her çar paçeyên Kurdistanê û ligel vê ji Fîlîstin, Tunus, Lubnan, Iraq, Îran, Suriye û Belçîkayê 26 û ji welatên Rojhilata Navîn û YE’ê jî bi giştî 226 delege tevli bûn. Dirûşmeya konferansê jî ‘Jin jiyan azadî’ bû.
-Tevgera Jinan a Kurd nûneriya xwe ya navnetewî li bajarê Zurîh a Swîsreyê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de vekir.
-Jinên kurd di seranserê salê de ji bo piştevaniya bi Rojava re çalakî pêk anî. Bi pêşengiya DOKH’ê kampanyayê alîkariyê hatin destpêkirin û jinên girtî jî piştgirî dan kampanyayê. Bi armanca ku li Rojava ku di bin ambargoyê de bû lêkolîn bê kirin, heyeta DOKH’ê xwest li saziyên jinan bigerin, lê ji ber ku Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê destur neda derbasî Rojava nebûn.
-Piştî pêvajoya çareseriya demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah da destpêkirin şûnde,endamên Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê li Dêrsim û Licê bi jinan re hatin cem hev. Daxwazên jinan guhdarî kirin. Hewldanê bi gotina ‘Jin bi awayekî aktîf tevli pêvajoya aştiyê dibin’ û çûn Qadên parastina Medya û bi gerîlayan re hatin cem hev.
JI RÊXISTINÊN JINAN KAMPANYAYÊN NÛ
-Navenda Hevdîtina Jinan a UTAMARA di 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê de starta kampanyayek nû dan. Navenda Jinan kampanyaya ‘Ji qelend re na’ dan destpêkirin û bang li hemû kesî kirin ku dawî li vê şermê bînin.
KJB’ê 6’emîn Komxebata xwe li Qadên Parastina Medya pêk anî û bi dirûşmeya ‘Jin ji bo serokatî û azadiya xwe di çalakiyan dene’ biryara destpêkirina hamleyeke nû dan.
-YJA’yê di esa ku perspektîfa netew demokratîkbûnê bikin jiyanê bi şîara ‘bi jinên azad re berbi netew demokratîkbûnê’ kampanyayek dan destpêkirin.
ÇALAKIYÊN 8’Ê ADARÊ DIYARIYÊ HER SÊ JINÊN KURD HAT KIRIN
-8’ê Adarê roja Jinên Cîhanê, ji aliyê hemû jinên cîhanê ve bibîrxistina têkoşînê hat pîroz kirin. Taciz, tecawiz, şîdet, suneta jinan, întîxarên jinan û bûkên zarok îsal jî di rojeva jinan de cihê xwe girt.
Jinên kurd bi şîara ‘Ji Rozayan heta Sakîneyan soza we soza me ye, riya we riya me ye’ û ‘Ji Ocalan re azadî, ji qirkirinê re bes’ di serî de li Dêrsimê û Amedê li gelek bajarên Kurdistanê di çalakiyên 8’ê Adarê de qetilkirina her sê şoreşgerên jin yên li Parîsê hatin qetilkirin hat şermezar kirin. Çalakiyên 8’ê Adarê diyariyê her sê jinên kurd hat kirin.
MÎLYAREKÎ SERÎ HILDA!
-Li seranserê cîhanê bi mîlyonan jinî li dijî şîdeta li hemberî jinê daketin kolanan û dans kirin. Çalakiyê bi dirûşmeya ‘One Bîllîon Rîsîng-Mîlyarek radibe ser piyan’, ji gelek barên Tirkiyeyê jî ji tevli çalakiyê bûn û li dijî şîdetê dans kirin. Li seranserê cîhanê bi mîlyonan jin daketinqadan û li dij şîdetê dengê xwe bilind kirin.
-Li gorî daneyên ku j ialiyê Fona Alîkariyê ya Zarokên NY’ê (UNICEF) ve hatin aşkerakirin de, derket holê ku suneta jinan ya ku li gelek welatên cîhanê tê kirin zêde bûye û gihiştiye asteke dijwar. UNICEF da zanîn ku li 29 welaan hejmara jinên ku hatine sunekirin herî kêm 120 mîlyone, hat gotin ku 30 mîlyon zarokên keç yên temenê wan di bin 15’î de ne hêj di bin xetereyê de ne. Li gorî daneyên dawî li 29 welatî, jinên di navbera 15-19’an de ji sedî 36, yên di navbera 45-49’an de ji sedî 53 dibin qurbana vê pêkanînê. Rêveberên UNICEF’ê diyar kir ku di hejmara zarokên keçik de daketinek heye û ev jî hêviya ku dê hejmar bikeve ava dike.
-Şerê ku li Sûriyeyê tê jiyîn herî zêde bandor li ser bedena jinê kir. Kesên ji pevçûnan reviyan û hatin Tirkiyeyê piraniya wan fuhuş pê tên kirin û zarokên keç bi mehra ‘muta’ tên zewicandin. Jin ligel Tirkiyeyê, li Suudî Erebîstan, Katar, Urdun û Kuveytê jî bi pereyan fuhuş pê tên kirin. Li gorî lêkolîneke ku hatiye kirin, jinên ku birînên xwe yên şer nekewandine û ev şok ji ser neavêtine, li Hatay û Antalyayê fuhuş lê tê ferzkirin.
-Mexdurên şîdetê, bi taybet yên ku di nava malê de rastî şîdetê tên dê di seranserê Yekitiya Ewropayê de dê bên parastin. Di Lijneya Wezîran a Parlamentoya Ewropayê de li gorî peymana ku di 19’ê Sibatê hatiye kirin de parastin ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve hatiye kirin û di seranserê YE’ê de biryara parastinê hatiye girtin. Li gorî biryarê ev biryar dê li ehmû welatên YE’yê derbasdar be.