Hejmara kesên di êrîşa hewayî ya balefirên rejîma Suriyeyê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 20’an. Cenazeyên 20 kesan bi karwanê ji sedan wesayîtan pêk tê, ber bi bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ve bi rê xistin. Cenaze dê îro li Goristana Şehîdan a Efrînê bispêrin axê. Meclîsa Gel da zanîn ku êrîş bê bersiv namînin û TEV-DEM’ê jî bo 3 rojan şîn îlan kir.
Li Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku piranî kurd lê dijîn, hejmara kesên di encama bombebarana balefirên şer ên rejîma Suriyeyê ya duh de jiyana xwe ji dest dane, gihişt 20’an. Hate diyarkirin ku hejmara birîndar jî 54’e û ji van 24 kes piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hatine derxistin, 30 kes jî hîn tên dermankirin. Hate ragihandin ku rewşa 3 kesan giran û xeteriya wan a jiyanî heye.
CENAZE BER BI EFRÎNÊ VE BI RÊ KIRIN
Li aliyê din cenazeyên 20 kesan bi konvoyek ji sedan wesayîtan pêk tê, ber bi bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ve rêwî kirin. Cenaze piştî ku konvoy gihîşt Efrînê, dê li Goristana Şehîdan bi merasîmekê bispêrin.
ÊRÎŞ ÇAWA ÇÊBÛ?
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên Artêşa Sûriyeya Azad li Taxa Şêx Maqsud bi ser mala kesekî alîgirê rejîmê de girtin. Piştre balefirên şer jî herêm bombebaran kirin. Ji van bombeyan yek li malek vala dikeve. Bombeya din jî li cihê bazarê dikeve. Bombebaran di saeta ku bazar herî zêde qelebalix e de pêk hat. Kesên hatine qetilkirin jî, ji bo danûstendinê ji Efrînê hatibûn bazarê.
MECLÎSA GEL: GELÊ KURD LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BÊDENG NAMÎNE
Derbarê komkujiya li Şêx Meqsûd de, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Meclîsa Gel êrîş weke komkujiyeke hovane bi nav kir û weha got: “"Rêjîma Baasî ya dîn û har bûye, êdî bi komkujiyan bersivê dide daxwazên gelan. Bûyera dawî li taxa Şêx Meqsûd rû da aşkere kir ku êdî ti rewabûna rêjîma Esed nemaye. Divê baş were zanîn ku gelê Kurd li hemberî êrîşan wê bê deng nemîne û xwe biparêze."
SÊ ROJ ŞÎN HAT ÎLANKIRIN
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî, bi daxuyaniyekê ji ber komkujiya li Şêx Meqsûd 3 roj şîn li seranserê Rojavayê Kurdistanê îlan kir. TEV-DEM’ê nerazîbûnek tund nîşanî rejîma Sûriyeyê da û destnîşan kir ku her çendî telê Kurd xwepêşandanên aşitiyane li dar dixin, lê dixwazin Kurdan ber bi şer ve bibin. TEV-DEM’ê bang li ciwanên Kurd kir ku beşdarî hêzên sivîl ên parstinê bibin û avakirina xweseriyê bixin meriyetê.