3 rojnamevan hatin destgîrkirin -HATE NÛKIRIN

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de rojnamevan Sîbel Yukler, Firat Can Arslan û Delal Akyuz hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya operasyonek ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatiye destpêkirin, polîsan vê sibehê  li Enqereyê girtin ser mala nûçegihane Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan. Sedema destgîrkirinê nehat zanîn û Arslan birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. Di serdegirtina malê de polîsan telefon û komputera Arslan desteser kirin.

Di heman demê de polîsan vê sibehê li Enqereyê girtin ser mala rojnamevan Sîbel Yukler. Hate diyarkirin Yukler birine Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.

ÎZMÎR 

Li Îzmîrê jî polîsan di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin avêtine ser mala nûçegihan Delal Akyuz. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştî vê yekê Akyuz destgîr kirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Çankayayê.