Li Eskîşehîrê 18'emîn rûniştina doza Şerzan Kurt ya li 1’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Eskîşehîrê destpê kir.
Li Mûglayê di 11 gulana 2009'an de xwendevanê Kurd Şerzan Kurt di bûyerên bi êrîşa nîjadperestan ya li dijî xwendevanên Kurd destpê kir de, bi guleya polîsan giran birîndar bû. Kurt di 17 Gulanê de jiyana xwe dest da. 18’mîn rûniştina doza bi têkildariya kuştina Şerzan Kurt hate vekirin li Dadgeha Cezaye Giran ya 1'mîn ya Eskîşehîrê destpê kir.
Bersûc polîs Gultekîn Şahîn, parezêrê Gultekîn, bavê Şerzan Kurt Omer Kurt, dayîka Şerzan Kurt Necla Kurt, Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, Serokê Egîtîm Sen Unsal Yildiz û endamên Înîsiyatîfa Ji bo Şerzan Kurt Dad di rûniştinê de amede bûn. Polîsan derdora edliyê dorpêç kir.
Dozgeriyê di rûniştina borî de mutalaa xwend ji bo Şahîn şûna "Bi rastî mirov kuşt" "Belkî bi rastî teşebbusa kuştina mirov kiribû" cezayê girtîgehê xwestibû.