17 xwendekar hatin binçavkirin

Polîsên Tirk bi fîşekên plastîk êrîşî xwendekarên li Zanîngeha Stenbolê kirin û 17 xwendekar binçav kirin.

Li Zanîngeha Stenbolê, aloziya ku piştî êrîşa komên faşîst a li hemberî xwendekarên çep-demokrat duh dest pê kir, dewam dike. Piştî vê êrîşa faşîstan, polîsan jî dest li xwendekarên çepgir werdan. Polîsên Tirk bi fîşekên plastîk êrîşî xwendekaran kirin û 17 xwendekar bi lêdanê binçav kirin ku 4 ji wan jin in.

Rewşa aloz a li dibistanê hê jî dewam dike.