17 kes li Edeneyê hatin binçavkirin

17 kes li Edeneyê hatin binçavkirin

Li Edeneyê bi tevlîbûna helîkopter û zêdehî 500 polîsan operasyoneke pêk hat û di encama operasyonê de 17 kes hatin binçavkirin.

Li taxa 19 Mayîsê ya navçeya Yuregîrê ya Edeneyê bi tevlîbûna polîsên Şaxa TEM'ê, Ewlehî û Asayîşê li hemberî 31 navnîşanan operasyoneke hemwext pêk hat. Di operasyona helîkopter û tîmên taybet jî tevlî bûn de kuçikên polîsên narkotîkê jî tevlî operasyonê bûn. Di operasyonê de 17 kesên esrarê difiroşin hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan.