‘14’ê Tîrmehê rêbaza me ya jiyanê derxistiye holê’
Şîara ‘berxwedan jiyan e’ ya ku ji vê berxwedanê ava bûye, tê wateya ku bi berxwedana dijwar tu dikarî hebû. Ev biryar derxistiye holê. Yanî rêbaza me ya şer û rêbaza me ya jiyanê derxistiye holê.
Şîara ‘berxwedan jiyan e’ ya ku ji vê berxwedanê ava bûye, tê wateya ku bi berxwedana dijwar tu dikarî hebû. Ev biryar derxistiye holê. Yanî rêbaza me ya şer û rêbaza me ya jiyanê derxistiye holê.
Em 14’ê Tîrmehê bi bîr tînin. Îro komek a berxwedêrên girtîgehan di şexsê xwe de, li dijî dijminê ku dixwaze hêviya gelekî ya azadiyê tune bike, berxwedêriya PKK’ê nîşan dan. Eger mirov hevrêtiya Partiyê, hevaltiya dozê û hemû aliyên rastiya berxwedêrên bingehîn fêm neke, wê demê xerabiya herî mezin li xwe dike.
Me her tim ev tişt got, eger em hinekî wisa dilsozê wezîfeyên xwe ma bin û hîna me dest ji berxwedanê bernedabe, li vir xisûsa herî bingehîn ku rol dilîze, teqez dilsoziya me ya li hemberî bîranîna berxwedêran û şehîdên berxwedanê ye.
***
Nirxên ku hatine avakirin hene. Ev nirxane mîrateya şehîdên berxwedana mezin in. Ji ber ku gelek şehîd hatin dayîn, berxwedanek mezin hat raberkirin û nirx jî mezin dibin. Ti aliyekê vê tune ye ku neyê fêmkirin. Ji bo vê jî avakirina mirovahiyek nû heye, ji bo vê jî pêkanîna xweseriya gelekî heye, ji bo vê jî pêşwazîkirina azadî û kedê heye. Nirx, nirxên vê yekê ne. Teoriya şoreşgerî, polîtîkaya ku çavkaniya xwe ji wê digire, her cure qaîde û hêza jiyanê ji bo vê yekê ye.
ÇALAKIYA BERXWEDANÊ YA HERÎ XURT
Em 14’ê Tîrmehê bi bîr tînin. Îro komek a berxwedêrên girtîgehan di şexsê xwe de, li dijî dijminê ku dixwaze hêviya gelekî ya azadiyê tune bike, berxwedêriya PKK’ê nîşan dan. Ev rastiyeke ku nîqaşa wê nayê kirin. Em Hayrî û Kemalan baş nas dikin. Hevalên me yên ku bi dilsoziya têkoşînê tijî ne. Pratîka şoreşgerî, ji bo wan jiyan bi xwe ye. Hayrî kesayetek mezin e ku nefes bi nefes xebatên rêxistinê û propagandaya wê pêk dianî û ji derveyî vê jî rojekî wî ya vala tuneye. Kemal her tiştê xwe xistibû bin xizmeta partiyê de, bi her tiştê xwe li ser xeta partiyê têdikoşiya û dîsa tarzê jiyana partiyê kêlî bi kêlî bi rê ve dibir. Têkildarî vê yekê gelek tişt hatin gotin, dibe gelek tiştên din jî werin gotin û wê werin gotin jî.
Berxwedêrek çawa dijî? Ewane bi berxwedêriya girtîgeha Amedê ya bê hempa, li hemberî hemû êşkenceyan derketin. Her deqeyek wê jî qasî salekî dirêj û bi qehr e. Ji bo ku hinekî din jî navê Partiyê bibêjin û têkoşîna xwe hinek din jî di şert û mercên guncaw de bidomînin, van kêliyan wisa dinirxînin.
***
Eger wateyek ku ji Berxwedêriya 14’ê Tîrmehê were derxistin hebe, ev ne tenê ji ber berxwedêrên girtîgehê ye, ne tenê ji ber rêxistinekê jî ye, di şexsê berxwedêran de ji bo partî û hemû gelekî li dijî polîtîkayên îmhayê û li dijî plana bi temamî tunekirinê, raberkirina berxwedanê ye. Em baş dizanin ku, plana dijmin ev e û min ev yek bi berfirehî fêm kir. Berxwedêriya PKK’ê yeksanê; ji nû ve li ser dika dîrokê gelekî bi azad bide jiyîn e. Di vî warî de çewisandina berxwedêriya girtîgehê û çewisandina PKK’ê, wê bibe tevahî çewisandina gelekî û çûyîna wê ya ji dîrokê. Ev rastiyeke teqez e. Wê demê ne Başûrê Kurdistanê dima, ne Bakur, ne Rojhilat û ne jî Rojava. Eger ev berxwedêrî tune bibe, gel jî wê tune bibe. Dîrok her ji niha ve dibêje ku ev yek wisa ye. Berxwedêriya PKK’ê bi rewşa xwe ya îro jî ev yek bi her kesê daye qebûlkirin.
DEST JI HÊVIYÊ NAYÊ BERDAN, DEST JI PARTIYÊ NAYÊ BERDAN
Tam di nuqteyek wiha de yên ku dirûşmeya “berxwedan jiyan e” ji xwe re tatbîk dikin derdikevin holê. Ev bi temamî dibe hêviya gelekî, dibe banga wê ya jiyanê. Tê gotin ku “dest ji hêviyê nayê berdan, dest ji partiyê nayê berdan, em ê xwe bihelînin û veguherînin jiyanê.” Berxwedêriya Newrozê ya Mazlûman, meşalebûna Ferhatan bi temamî wisa ye.
Ewane bûn meşaleya ku gelek ronî kirin, bûn hêvî û tarzê jiyanê. Hûn ê vê baş fêm bikin. Hûn ê bibînin ku çawa bi ya herî kêm re şer tê kirin, di şert û mercên herî zehmet de çawa şer tê kirin. Di hucreyeke ku qasî gorekî jî nebû, de li ber xwe dan.
Bêguman di nava vê berxwedana mezin de wateyên mezin hene. Têgihiştina berpirsyariyê, têgihiştina xwedîderketina li partiyê di asta herî bilind de nûneriya wê dike. Dijmin dibêje, “her tişt xilas bûye, dest ji her tiştê berde û bijî.” Ewane vê yekê red dikin û li cihê ku hêvî û derfet lê herî kêm e dibêjin, “em ê xwe bi lehengî feda bikin.” Bersiva rojeke berxwedanê dayîn, tê wateya hêza li gorî vê bangê. Heta dawiyê xwedî derketina li partiyê ye, heta dawiyê girêdayî wezîfeyê mayîn e. Di van şert û mercan de serkeftin ev e û ev hatiye pêkanîn.
ROJÊN BIRYARA MEZIN
... Rojên mezin, rojên biryarên mezin nabe ku asayî were derbas kirin. Teqez têgihîştin, bi jiyanî kirin û rojane pratîkkirina vê fermanê tê xwestin. Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê tê wateya ku partî û gel karibe biryara xwe ya hebûnê bide, alava têkoşînê ya herî dijwar, yanî bi helandina xwe karibe vê biryarê têxe meriyetê, di vî warî de li hemberî hêza îmhaker a herî dawîn a dîrokê têk neçe û teslîm nebe, yek ji encama ku ji vir derdikeve jî, mirov ji mirinê serfiraziyê biafirîne, yanî kesên dijîn teqez di nav berxwedanê de bigire. Dirûşma “berxwedan jiyan e” ya ku ji vê berxwedanê derdikeve tê wê wateyê ku bi berxwedaniya herî dijwar mirov dikare herî baş bijî. Vê biryarê derxist holê. Yanî şêwazê şerê me, awayê jiyana me derxist holê.
Bi mehane em li ser şêwaza şer û jiyanê nirxandinan dikin. Ji bo ku bersiveke biçûkbe jî bidin bîranîna vê îradeya mezin a berxwedanê, em îro xebatên xwe yên dawî dikin. Wan bi tenê ji bo jiyan û şerekî bi vî rengî dikarîbûn dest bi vê çalakiya berxwedanê bikira. Ger em jî dixwazin layîq bibin, ancax bi pêşxistina jiyan û şerê bi vî rengî em dikarin layîq bin. Wan wiha li ber xwe dan û hewil dan partî dewrî me bikin. Me jî bi pêşxistin û parastinê xwest bimeşînin. Çalakiya wan ev e, bersiva me jî ya li hemberî wê ev e.
JI BER KU HÊJ POLÎTÎKAYA TINEKIRINÊ LI SER ME TÊ MEŞANDIN
... Ji bo we jî teqez çareserî mîna wan beşdarbûn e. Ji ber ku hê jî siyaseta tinekirinê li ser me tê meşandin. Heman siyaset û heman xeterî dewam dike. Çima em bi rastî li vir xwe dihelînin? Ji bo ku hûn rihet bibin, an ku eşîret hinekî rihet bibin? Na! Li pêşberî we bavekî wisa tune, reîsek tune! Bi temamî hevrêyekî têkoşînê heye. Her kes bi awayeke fedaî dixebite. Li ser vê mijarê nîqaş nabe! Rê û rêbaza wê wiha ye. Bi vî rengî hûn ê wê hilgirin û bi vî rengî bijîn. Wateya vê roja mezin a biryarê û hemû biryarên bi vî rengî ev e. Pêwîstiya vê biryarê ya herî bilind, pratîkkirina herî xurt e. Niha jî wisa ye û wê wiha berdewam bike.
Şerekî vî gelî heye û divê teqez bi serketî bê meşandin. Li ser vî gelî polîtîkayeke mezin a tinekirinê tê meşandin û divê bê pûçkirin. PKK’ê pêşengiya vê yekê kiriye û divê ev yek bi serkeftî bê meşandin.
... Em nikarin jiyanek din, wekî jiyana rast bipejrînin. Xwe ji van kêmasiyan û xwe xapandinan rizgar bikin, ev biryarek e ku her dem derbasdar e. Ew fermanek e ku her dem di meriyetê de ye, ne tenê di 14 Tîrmeh 1982’an de. Ev ferman e ku şêwaza xebatê diyar dike û tempoya wê diparêze. PKK’ê banga fermana esasî ya artêşbûnê, ruh û bingeh bi xwe ye.
(Ji nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 14'ê Tîrmeha 1994'an hatiye berhevkirin.)