'14’ê Tîrmehê hêza bawerî û hêviyê ye'

Gerîlaya YJA Starê Ekîn Dilda diyar kir ku, gerîla tevî derfetên kêm jî di dîroka berxwedana gelê Kurd de xwedî cihekî mezin e, her tim bi ser dikeve û destnîşan kir ku berxwedana 14'ê Tîrmehê hêza bawerî û hêviyê ya dîroka gelê Kurd e.

Gerîlaya YJA Starê Ekîn Dilda di salvegera çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de ji ANF'ê re axivî.

Gerîla Ekîn Dilda da xuyakirin ku, Berxwedana 14'ê Tîrmehê bandoreke mezin li ciwanên Kurd kiriye û destnîşan kir ku, ev berxwedan ji bo gerîlayên azadiya Kurdistanê bûye çavkaniya hêz û moralê.

TÊKOŞÎNA BI RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ BILIND DIBE

Gerîla Ekîn Dilda anî ziman ku xeta berxwedanê ya ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li Zindana Amedê destpê kir roj bi roj mezin dibe û got, “Ez di şexsê berxwedêrên Amedê de hemû şehîdên şoreşê yên meha Tîrmehê bi bîr tînim û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Dema mirov dibêje 14’ê Tîrmehê, yekem tişta ku tê bîra mirov berxwedan e. Ji ber ku şopa vê berxwedanê tu carî nayê jibîrkirin û heta roja îro berdewam dike. Di 14’ê Tîrmehê de hevrê Kemal Pîr, Xeyrî, Alî û Akîf Yilmaz dest bi berxwedaneke sembolîk kirin û heta şehadetê ev helwest domandin. Îro jî hevrêyên me yên di zindanan de tevî zextan li ber xwe didin, êrîşên dijmin vala derdixin û her roj asta têkoşînê bilind dikin.”

RUHÊ BERXWEDANÊ DI NAVA TUNELÊN ŞER DE DEWAM DIKE

Gerîla Ekîn Dilda da zanîn ku xeta têkoşînê ya 14’ê Tîrmehê îro li tunelên şer didome û got, “Berxwedan di tunelên şer de jî didome. Dijmin dixwaze vê berxwedanê bifetisîne. Lê belê hevrê heta nefesa xwe ya dawî li dijî hemû çekên teknîkî têkoşîneke mezin dimeşînin. Hevrêyên me nahêlin ku dijmin bikeve tunelên şer. Têkoşîna di 14’ê Tîrmehê de hat kirin îro jî li tunelên şer didome. Dîsa berxwedana herî mezin li Îmraliyê tê meşandin. Di şexsê Rêbertiyê de dixwazin vê berxwedanê bişkînin. Lê helwesta Rêber Apo dijmin felc kir. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ya ku pêşxistiye dijmin bêçare hişt.

Dijmin jî êdî nema dikare li hember vê berxwedanê bisekine. Ji bo vê yekê, hemû şer li ser teknîkê didomîne. Xwe dispêre teknîkê û hewl dide şer bike. Têkoşîna me bi felsefeya Rêber Apo mezin dibe. Ji ber vê yekê em tu carî nahêlin ev fikir ji holê rabe. Li ser vê dozê em têdikoşin. 14’ê Tîrmehê bû bingeha berxwedana me. Xeta ku wan lehengan ji bo xwe esas girtî, em mînak digirin û li ser vê bingehê têkoşîna xwe berdewam dikin.

Gerîla Ekîn Dilda destnîşan kir ku, ew ê xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê bidomînin û got, “Em ê weke gerîlayên HPG û YJA Starê vê berxwedanê biparêzin. Têkoşîna me jî ruhê 14’ê Tîrmehê esas digire. Bijî Serok Apo, bijî berxwedaniya wan hevalan, şehîd namirin.”