13 kesên li Enqereyê hatibûn destgîrkirin dest bi greva birçîbûnê kirin
Ji bo bîranîna pêşengê komunîst Îbrahîm Kaypakkaya û şehîdên meha Gulanê li Enqereyê çalakiyeke bîranînê hatibû kirin. Polîsan êrîşî vê bîranînê kiribû û 13 kes destgîr kiribû. Kesên hatin destgîrkirin dest bi greva birçîbûnê kirin.