12 endamên ESP’ê hatin girtin

Li Stenbolê 12 endamên ESP’ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsineke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê rêvebirin de, di 28’ê Cotmehê de li Stenbol û Antalyayê serdegirtinên malan çêbûn. Di serdegirtinên malan de 17 kes hatin binçavkirin. 2 kesên ku hatin binçavkirin, li Midûrtiyeta Polîsan sûd ji “poşmaniya bandor” girtin û bûn “îtîrafkar.” Ji ber vê yekê 2 îtîrafkar piştî îfade dayînê hatin berdan.

15 kesên din jî piştî kar û barên li midûriyetê sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin. Piştî kar û barên dozgeriyê 13 kes jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê yê Sulhê hatin kirin. Dadgeriyê biryara berdana kesekî bi şertê kontrola edlî û girtina 12 kesan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” da.