KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
PDK ketiye nava hewldanên gel li dijî PKK’ê rabike
PDK a li gel dewleta Tirk di nava hevkariyê de ye, vê carê li herêmê dixwazin gel li dijî PKK’ê rake ser lingan. -
Li Amedê operasyon û şer
Gerîlayên HPG’ê li dijî Qereqola Tepê Hîzanê ya Licêya Amedê çalakiyek li dar xistin. Ev çalakî di 9’ê Tîrmehê de hate lidarxistin û di çalakiyê de li çeper û stargehên leşkeran hate xistin. -
Li Şaxê nelirêtiya AKP’ê bi dîmenan hate qeydkirin
AKP’yiyan li Şaredariya Şaxê dest bi nelirêtî û şerê rantê kirin. -
Li Xarpêtê ewlehiya girtiyan tune!
Girtiyên siyasî yên Xarpêtê hatin derbkirin. Hate hînbûn ku girtiyê siyasî xistine hucreyên yekkesî û ewlehiya wan tune. -
HPG'ê du gerîlayên ku li Xelfetî şehîd bûn bi bîr anî
Nnavenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir ên ku 18'ê Gulana 2019'an li gundê Derto yê navçeya Xelfetî ya Rihayê şehîd bûbûn. -
Asayîşa PDK’ê êşkenceyê li Eyûb Xelîl dike
Çalakgerê mertalê zindî Eyûb Xelîl ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ya navçeya Mesîf a Hewlêrê ve hatibû destgîr kirin, êşkence lê tê kirin. -
PKK: Salvegera 14’ê Tîrmehê ya 38’emîn wê ‘Sala Tolhildanê ya Helmet' be
PKK: Têkoşîna me ya sala 38’emîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bibe ‘Sala Tolhildanê ya Helmet’. -
Li Hênê operasyon, zext û GBT
Di operasyona leşkerî de ya li bakurê Hênê hatiye destpêkirin, leşkeran bi ser malan de girtin û kontrola 693 kesî ya GBT'ê kirin. -
Di sala 30'î de qetilkirina Dr. Qasimlo!
Lîderê Kurd Dr. Abdulrehman Qasimlo, 13'ê Tîrmeha 1989'an li Viyanayê dema bi du hevalên xwe re bi rejîmê re li dora maseya danûstandinan rûniştibû hate kuştin. Di ser vê sûîqestê re 30 sal derbas bûn, lê hîn kujer nehatine darizandin. -
Gerîla Berxwedan Kamyaran: Divê ciwan bi ruhê serhildanê rabin
Gerîlayê YRK’ê yê ji Rojhilatê Kurdistanê Berxwedan Kamyaran li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd banga serhildanê li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê kir. -
Ceylan: Polîtîkayên PDK'ê zirarê dide yekîtiya neteweyî ya Kurd
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, bertek nîşanî dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û helwesta PDK'ê ya li dijî dagirkirinê da û diyar kir ku polîtîkayên PDK'ê zirerê dide yekîtiya neteweyî ya Kurd. -
Alimê Dîn Aso Qadir: Hewlêr kirin qefesê, destekê dide dijmin
Alimê Dîn Mele Aso Qadir komkujiyên dewleta Tirk ên li ser sivîlên herêmê şermezar kir û got, ''Êrîşên li ser gelê Kurd di mirovahiyê de û Misilmaniyê de cihê wê nîne. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî destek dide dijmin.'' -
Şerîk: Divê em bibin şopdarên berxwedêrên 14'ê Tîrmehê
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk ji bo salvegra berxweana 14'ê Tîrmehê axivî û got, ''Niha tişta ku divê were kirin ew e ku em îro jî bibin şoprdarên 14'ê Tîrmehê''. -
Diyar Xerîb li Qendîlê bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn
Li Qendîlê ji bo Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û du gerîlayên ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, merasîmeke biheybet hate lidarxistin. -
Bi hezaran kes ji bo Şehîd Helmet, Şahîn û Devran meşiyan
Ji bo endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb, Şahîn û Devran ên 5’ê Tîrmehê di encama êrîşa balafirên şer ên Tirk de şehîd bûbûn, li Qendîlê merasîmeke girseyî hate lidarxistin. -
HPG: Li Xakûrkê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Xakûrkê çalakî lidarxist. HPG'ê ragihand ku di çalakiyê de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Balafirên şer du herêmên Başûr bombe dikin
Balafirên şer ên Tirk herêmên Nêrwe-Rêkan û Zêbariyan ên Başûrê Kurdistanê bombe dikin. -
Li bejahiya Mêrdinê kamerayên nixumandî hatine bicihkirin
Derket holê ku li bejahiya herêmên Qoser û Nisêbînê kamerayên nixumandî yên bi armanca leşkerî tên bikaranîn, hatine bicihkirin. -
Gerîlayê HPG'ê Mûrat Gunduz jî di êrîşa 5'ê Tîrmehê de şehîd bû
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, di êrîşa hewayî ya 5'ê Tîrmehê de ya li Qendîlê gerîlayê HPG'ê Devran (Mûrat Gunduz) jî tevî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb şehîd bûye. -
Gerîla TV dîmenê sê çalakiyan weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyên li Girê Xwedê yê Avaşînê, Girê Radarê yê Qilabanê û li rêya navbera Colemêrg-Çelê weşand. -
Li Sêrt û Misircê 6 kes hatin destgîrkirin
Polîsan li navenda Sêrtê û navçeya wê Misircê bi ser gelek malan de girtin. Rêveberên DBP û KCD'ê jî di nav de 6 kes hatin destgîrkirin. -
Rêveberê DBP'yî hate destgîrkirin
Rêveberê Rêxistina Navçeya Dîclê ya DBP'ê Recep Ateşmen hate destgîrkirin. Polîsan bi ser mala Ateşmen de girtin û derb lê dan. -
Êrîşên li ser Bradost û Balakatî doh jî dom kirin
Êrîşên ku Îranê û Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê, li ser qadên Bradost û Balakatî 10'ê Tîrmehê dane destpêkirin û 2 sivîl şehîd bûn, 4 jê birîndar bûn, duh jî dom kirin. -
Çiya, av û meşa gerîla...
Ew tên... Li çiyê binerin... Bi wan piştrast bin, bi hêviya we tên... -
Li Cizîrê dengê teqîn û çekan bilind bû
Li navçeya Cizîr a Şirnexê dengê teqînekê bilind bû. Piştî teqînê dengê çekan jî hatin bihîstin.