KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Serhed: Yekîtî yekane rêya demokratîkkirina Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye
Endamê Desteya Rêveber a KODAR’ê Medet Serhed got: “Yekîtî û hevdengî bikare sîstema rejîma Îranê (Vilayetê feqîh) hilweşîne û bawerî bi hêza xwe bîne, dikare li Rojhilatê Kurdistanê jî weke Rojavayê Kurdistanê şoreşekê pêk bîne." -
Li Silêmaniyê ji bo Xerîb piştî konê sersaxiyê meşek girseyî hate kirin
Konê sersaxiyê yê li Mizgefta Ahesûr a li Silêmaniyê ji bo endamê Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ê di encam êrîşên hewayî ya dewleta Tirk a li Qendîlê de şehîd bûbû, hatibûn danîn bi meşekê bi dawî bû. -
Xelkê Mexmûr û Qendîlê çûn serdana konê sersaxiyê ya Diyar Xerîb
Serdanên sersaxiyê ji bo Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, didomin. -
Tê gotin, PDK çekan ji leşkerên Tirk re dibe
Tê gotin, PDK'ê gelek çek û cebilxaneya li fermandariya xwe ya li Duhokê biriye ji baregeha leşkerên Tirk a li Sirê. -
Ji bo Diyar Xerîb serdanên sersaxiyê didomin
Ji bo Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb serdanên sersaxiyê didomin. -
PAJK: Peywira me hemûyan e ku em xeyalên hevrê Helmet ava bikin
Koordînasyona PAJK’ê: Xwedîlêderketina hevrê Helmet, pêkanîna yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê peywira me hemûyan e. -
HPG'ê 5 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê 5 gerîlayên li qadên Mêrga Çepera, Şehîd Cafer û Vartînîs ên Dersimê 10'ê Gulanê şehîd bûn bi bîr anî. -
Şêniyên Qendîlê: Xerîb bi destê hevkarên dewleta Tirk şehîd ket
Gelê Binarê Qendîlê: Diyar Xerîb bi destê dewleta Tirk û hevkarên wan şehîd ket. Divê gelê Kurd rê nede van tiştan. -
Wekîlên HDP'î wê giliyê polîsan bikin
Parlamenterên HDP'ê yên li Amedê bûn hedefa êrîşa polîsên Tirk Salîha Aydenîz û Dersim Dag diyar kirin ku êrîş bi fermana hikumetê hatiye kirin. -
Erciyes: Têkoşîna me wê ti carî lawaz nebe
Ji Fermandarên YJA Starê Emîne Erciyes diyar kir, Kurd wê faşîzma li Tirkiyeyê ji bîr neke û bê bersiv nehêle. Erciyes got, "Têkoşîna me wê heta serketinê bi xurtî bidome." -
Karasû: Sîxurî sûcekî giran e, wê teqez bê cezakirin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû xwest, bi 'ruhê Raperîn' xwedî li endamê Konseya Serokatiyê Diyar Xerîb bê derketin. Karasû sîxur jî hişyar kir û got, "Sûcekî giran e. Yên ev sûc kirine wê bên cezakirin. Wê teqez bên cezakirin." -
Polîsan li Wekîla HDP’î dan a ji şer re got ‘NA’
Polîsên ku êrîş bire ser çalakiya bi dirûşma ‘Ji şer re na, bi siyaseta Demokratîk ji Çareseriyê re erê’ ya li Amedê kirin, Parlementera HDP’ê Dersim Dag û du şêwirmend hatin destgîrkirin, li Salîha Aydenîz a wekîl dan. -
Mertalên Zindî nerazîbûn nîşanî PDK’ê da: Hevalê me berdin!
Çalakvanên Mertalên Zindî ên li Herêma Bradostê li dijî dagirkeriyê di çalakiyê de ne, daxwaz ji Asayîşa PDK’ê kirin ku bi lezgîn hevalên wan berdin. -
‘Şehîd Diyar rêberê têkoşîna çar parçeyên Kurdistanê bû’
Li bajarê Silêmanî bi tevlîbûna gelek nûnerên siyasî yên partiyên çar parçeyên Kurdistanê û gel çûn konê sersaxiyê yê ji bo Endamê Konseya Seroaktiya Giştî Diyar Xerîb Muhamed (Helmet) hate danîn. Li konê sersaxiyê peyamên têkoşînê hatin dayîn. -
PKK: Hesretên hevrê Helmet wê bi teqez bigihêjin serketinê
PKK: Em ê hesabê vê qetlîama nemerdane bixwazin, bi teqez em ê tola şehîdên xwe yên leheng bixwazin, hesret hevrêyê xwe yê Şehîd Helmet ê pêşengê Azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn a li dijî tecrîd û faşîzmê bigihînin serketinê. -
Gerîla li Colemêrg û Dersimê li dagirkeran da: 6 leşker hatin kuştin
HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Gever, Xakurk û navçeya Pulur a Dersimê yên li dijî artêşa Tirk de bi kêmanî 6 leşker hatine kurşin. -
'Di şexsê hevrê Helmet de êrîş li destketiyên gel hatiye kirin'
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê: Em, hêzên ku ev êrîşa xayin, namerd û xwînxwarî kirine û yên piştgirî dane wan bi hêrseke mezin şermezar dikin. Em soz didin ku wê xwîna hevrêyê me li erdê nemîne. -
Dirûşma 'Helmet namire' li Silêmaniyeyê deng veda
Ji bo endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) ku 5'ê Tîrmehê ji ber êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk şehîd bû, li Silêmaniyeyê bi hezaran kes meşiyan. -
Temellî: Tu ji desthilatdariyê bikevî wê faîz jî bikeve!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku AKP ji desthilatdariyê bikeve wê krîza ekonomîk jî biqede. Temellî got ku “Werin em tifaqa demokrasiyê ava bikin, çareserî di rêya 3’emîn de ye.” -
Ehmed a YNK'î ji bo Diyar Xerîb sersaxî xwest
Berpirsyara Karên Derve ya Navenda YNK'ê Şahnaz Îbrahîm Ehmed ji bo Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb peyama sersaxiyê weşand. -
Ciwanên Mexmûrê li dijî dagirkeriyê seferberî îlan kirin
Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê bi daxuyaniyekê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kurdistan û bi taybet Başûrê Kurdistanê seferberî îlan kirin. -
HPG'ê 4 şehîdên Şemzînanê bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir ên ku di 30’ê Hezîranê de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê de şehîd bûbûn. -
Daxuyaniya KCK'ê ya der barê şehîd Aslan
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê Abdulkadîr Aslan (Şahîn Dîcle) de daxuyaniyek da ku Aslan 5'ê Tîrmehê li Qendîlê tevî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) ji ber êrîşa balafirên şer ên Tirk şehîd bû. -
DAÎŞ'ê li Xaneqînê êrîş kir
Li Xaneqînê ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê du sivîl û du leşkerên Iraqê birîndar bûn. -
Ji bo Xerîb li Silêmaniyeyê serdanên sersaxiyê tên kirin
Ji bo Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb li Silêmaniyeyê serdanên sersaxiyê tên kirin.