KURDISTAN
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2'ê Tîrmehê careke din rû bide."
Şêniyên Amedê gotin, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berdana girtiyên siyasî û aştiya mayinde divê dewlet gavên şênber biavêje.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê di derbarê êrîşên dawî yên hêzên Supayê Pasdaran û operasyona Mahabadê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di encama vê operasyonê de 4 hevrêyên wan şehîd bûne.
Ji bo salvegera çalakiya gerîlaya fedaî Zîlan, gerîlayên YJA-Starê axivîn û gotin, “Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe jiyan û têkoşîn afirand. Bi çalakiya xwe mîrateyek li pey xwe hişt.”
Gerîlayên YJA Starê bi boneya salvegera şehadeta hevrê Zîlan hest û ramanên xwe anîn ser ziman û diyar kirin ku xeta fedaîbûnê ya hevrê Zîlan, rê nîşanî wan dide û gotin ew ê têkoşîna xwe li ser şopa wê bidomînin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
YRK: Îran rastiyan berovajî dike
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) diyar kir ku Îran bi progandaya derew rastiyan berejavî dike. YRK'ê bal kişand ser balafirên keşfê yên dewleta Tirk ku li ser çiyayê Asos geriyane.
-
Ambargoya li ser Mexmûr dewam e
Piştî bûyera li xwaringeha Hoqqbaz ku têde berpirsyarê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin û şûnde ambargoya derketin û ketina wargeha Mexmûrê hatibû danîn di roja 10’an de didome.
-
Çiyayên Munzurê kirin qada madenê!
Endamê Desteya Rêveber a TMMOB'ê Cemalettîn Kuçuk got, Çiyayên Munzurê kirine qada mandenê û diyar kir, ''Li vê herêmê kana ava herî paqij û hêja a cîhanê heye''. Kuçuk hişyarî da û got, ''Wê vê herêmê ji mirovan vala bikin, bênasname bikin''.
-
-
-
Yoldaş ê hate êşkencekirin hate emelyatkirin
Ahmet Yoldaş ê dema di serdegirtina Rezanê de hate destgîrkirin û êşkenceyên giran lê kir, li Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê hate emelyatkirin. Piştî îfadeya hevjîn Bîrsen Yoldaş hate girtin û şûnde hate berdan.
-
-
HPG: Dewleta Tirk xwe avêtiye bextê derewan
HPG: Fermandariya Navendî ya me bi rêya çapemeniyê ragihandibû ku ti têkiliya wan bi çalakiya MÎT’ê ya li Hewlêrê re nîne. Ji bo vê li qadên gerîla li koordîneya çalakiyê jî hatibe xistin bê wate ye.
-
-
-
-
Hozat: Wê dest ji Efrînê neyê berdan
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir, Efrîn ji bo Kurdan meseleyeke rûmetê ye û got, "Efrîn wê azad bibe. Destberdana ji têkoşîna azadiyê destberdana ji azadiya Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."
-
-
-
-
Li Daquqê 9 kesên jiyana xwe ji dest dayî hatin veşartin
Piştî êrîşa DAÎŞ’ê ya bi hewanan, gundiyên ku ji gundê xwe ber bi Daquqê ve bi rê ketî, rastî êrîşa gulebaran polîsên federal ên Iraqê hatin û ji heman malbatê 9 kesan jiyana xwe ji dest da. Her 9 kesên hatî kuştin hatin veşartin.
-
-
-
-
-
Sarisaç: AKP êrîşê dibe ser nirxên Kurdan
Parlamenterê HDP'ê Murat Sarisaç li ser qedexekirina konsera Kurdî ya li Wanê ya bi fermana AKP'ê got, ''Êrîşê dibin ser nirxên Kurdan, ditirsin ku gel komî ser hev bibe''
-