KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê tecrîd hate protestokirin
Li Wanê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêzeçalakî hatin lidarxistin. -
‘Pêwîste aliyên siyasî li beramberî rewşa li Iraqê xwedî yek helwestê bin'
Tevgera Azadî têkildarî rewşa li Iraqê got; “Li ser gelê me plangeriyeke giştî heye û her kes dizane rewşa Herêma Kurdistanê nikare van nakokiyan rake. Pêwîste aliyên siyasî bi lez bicivin û li beramberî vê rewşê xwedî yek helwestê bin." -
Li Mêrdînê cenazeyê du gerîlayên HPG’ê li goristana bêkesan hate veşartin
Cenazeyê du gerîlayên HPG’ê ku 17’ê Kanûnê li Dêrikê di encama şerekî de şehîd bûbûn li Goristana Bêkesan hate veşartin -
HPG'ê du gerîlayên ku li Avaşînê şehîd bûbûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya du gerîlayên jin par ve kir, ku serê meha Çile di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbûn. -
Navê têkoşîna 22 salî: Devrîm Andok
Ji Fermandarên YJA Starê Devrîm Andok 10’ê Îlonê li eyleta Cûdî li gel 4 hevrêyên xwe şehîd ket. Devrîm Andotk a li Amedê tevlî PKK’ê bû, 22 salên bi têkoşînê derbas kir. -
YBŞ û YJŞ: Em ê gelê xwe biparêzin
Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê têkildarî sala nû wiha gotin; “Em ji bo hemû gelê xwe soza xwe dubare dikin ku heta em hebin wê ev gel bê parastin nemîne.” -
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê nasnameya şervanê xwe Ferhat Dilêm ê 28’ê Kanûna 2019’an di encama qezayekê de şehîd bûbû, eşkere kir. -
YJA Starê li Heftanînê çalakî kir: 7 leşker hatin kuştin
Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê gerîlayên YJA Starê duh çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Îmîr a HDP'î: Gelê me di sala 2019'an de li dijî faşîzmê li ber xwe da
Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr destnîşan kir, ku AKP'ê di sala 2019'an de bi tecrîd, dagirkerî û komkujiyan êriş kir, lê tevî vê yekê jî bû saleke ji berxwedana mezin. -
'Sala 2020'an wê bibe sala azadiya Ocalan'
Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD û Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogûllari anî ziman ku di sala 2020’an de wê li gel gelan, eniya şereşgerî xurt bikin û tecrîdê bişkînin û ev sal bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Li ser şopa şoreşê berê xwe da çiyayên sor: Sarah Handelmann
Sarah Handelmann yanî Sara Dorşîn, di 7'ê Nîsana 2019'an de di êrişa hewayî ya artêşa AKP'ê de ala azadî û edaletê radestî hevrêyên xwe kir. -
Li sînorên Kurdistanê 80 kolber û kasibkar hatin qetilkirin
Li herêmên xetên sînor ên Kurdistanê di sala 2019’an de bi kêmanî 80 kolber û kasibkar hatin kuştin. -
HPG: Li Heftanîn û Agiriyê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin
HPG'ê ragihand ku li herêmên Heftanîn û Agiriyê di şer û çalakiyên gerîla de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin û 10 leşker birîndar bûn. Di şer de 3 gerîla jî şehîd bûn. HPG'ê diyar kir, li Agiriyê artêşa Tirk gundiyek bi zanebûn qetil kir. -
Fermandariya Biryargeha NPG'ê bîlançoya şerê 2019'an eşkere kir
Fermandariya Biryargeha NPG'ê bîlançoya şerê sala 2019'an eşkere kir. Li gorî vê yekê 20 jê payebilind bi giştî 1220 leşker û polîsên Tirk hatin kuştin, 34 wesayitên zirxî hatin îmhakirin û derb li 7 helîkopteran hate xistin. 456 gerîla jî şehîd bûn. -
Tişta ku lê digeriya di nav PKK’ê de dît
Hevalên wî qala Emre Atabay (Îbrahîm Sari) kir ê ku di Operasyona Şoreşger a Elkê de şehîd bûbû. Hevalên wî gotin “Tişta ku ew lê digerîya, wî nav PKK’ê de dît. Ew evîndarî Rêbertî, welat û gelê xwe bû.” -
Çewlik: Armanca me ya herî mezin şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ye!
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik: Bi îdîa û hedefên mezin em dikevin sala 2020'an, em ê ji nû ve avaniya HPG'ê û YJA Starê deynin, şikandina tecrîda li ser Rêber Apo yek ji mezintirîn hedefa me ye. -
Ji Konyayê heta çiyayên Kurdistanê: Elîşêr Xelikan
Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê û Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Elîşêr Xelikan di 19’ê Berfanbarê 2017’an de li Çewlikê di şer de şehîd bûbû. Rêhevalên wî di salvegera şahadeta wî de ew bi bîr anîn. -
Peyama sala nû ya Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê bi wesîleya sala nû daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Em vê baş zanin ku dîroka gelan a bi berxwedaneke mezin hate nivîsandin wê rastiyê li şûna wê bi cih bike û edaletê pêk bîne." -
Bejahiya Şirnexê bi temamî hate qedexekirin
Dewleta Tirk hema bêjin tevahiya qadên bejahî yên Şirnexê li sivîlan qedexe kir. -
KCD’ê sala nû pîroz kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya sala 2020'an peyamek nivîskî weşand û got ku “Em hêvî dikin ku sala 2020'an bibe sala xweşî, aştî û demokrasiyê û avakirina Yekîtiya Neteweyî ya Kurd.” -
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê sala 2019'an
Di sala 2019’an de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirîza aborî, xwepêşandan, lehî, kuştina kolberan, girtin û destgîrkirina jîngehparêz û aktivîstên Rojhilatê Kurdistanê, mijara çekên atomî ya Îranê, gelek bûyer qewimîn. -
'Ji her demê bêhtir pêwîstî bi kongreya neteweyî heye'
Çavdêrên siyasî yên li bajarê Kerkûkê dibêjin: "Niha ji her demê zêdetir pêwîstî bi kongreya netewî heye, ji ber wê divê em yek biryar û yek deng bin." -
Pêşmergeyê berê: Em bi yekitiya neteweyî dikarin bi ser bikevin
Pêşmergeyê berê Abdullah Yusuf Silêman got: "Divê Kurd vê serdema dîrokî û krîtîk baş binirxîne û li gorî demê tev bigerin. Ez bang li tevahiya partî û rêxistinên Kurdan dikim ku guh bidin daxwaza gel ya yekitiyê." -
Şerîk: Çareserî konfederalîzma demokratîk e
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir, Rojhilata Navîn ku navenda krîzê ye dikare bibe navenda çareseriyê û ev yek jî tenê bi modela Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan dibe. -
Li 48 herêmên Dîlokê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate îlankirin
Walîtiya Dîlokê 48 herêmên li ser sînorê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 15 rojan ‘Herêma ewlehiya taybet” îlan kir.