KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Em hevrêyên xwe Botan û Kawa bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên di 4'ê Kanûna 2019'an de li Gabarê şehîd bûn eşkere kir. HPG'ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest. -
Ciwanên Çemçemalê xwe ji bo meşa Zînî Wertê amade dikin-NÛ BÛ
Ciwanên navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyeyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê tevlî meşa 16'ê Gulanê ya Zînî Wertê bibin. -
Li Bismilê polîsan li zarokekî 8 salî xistin
Li navçeya Bismilê ya Amedê polîsên Tirk li zarokekî 8 salî xistin. -
Tîryakî: Desthilatdarî wê berdêla vê yekê bide
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Tîryakî diyar kir, hewldana ji bo sûdwergirtina ji şewbê û bêdengkirina mûxalîfan li exlaqê siyasî û însanî nayê û destnîşan kir ku desthilatdarî wê berdêla vê yekê bide. -
Bateyî: Kurdî bi hişmendiya netewî dikare xilas bibe
Nivîskarê Kurd Kahir Bateyî got talokeyeke mezin li ber Kurdî heye û diyar kir, ''Ji bo ku Kurdî geş bibe û tine nebe divê sazî û şexsiyetên Kurd, bi hişmendiyeke netewî stratejiyekê deynin ber xwe.'' -
Qonaxa xwebûnê: Hawar
"Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin." -
'Her gerîlayek doktorê xwe ye'
Gerîla Viyan Hêvî ku li qadên gerîla doktoriyê dike got, "Em çiqasî biwestin jî kenekî hevrêyên me dihêle ku westandina me biçe. Em di nava gerîla de bi hezkirin kar dikin." -
Şehîdên Meha Gulanê li Kerkûkê hatin bibîranîn
Li bajarê Kerkûkê Leyla Qasim, Şîrîn Elemhûlî û şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. -
Xizmetgûzariya Şaredariya Binarê Qendîlê dewam dike
Şaredariya Binarê Qendîlê xebatên xwe yên xizmetgûzariyê ya ji bo welatiyên herêmê bê navber dewam dike. Şaredariyê di çarçoveya xebatên xwe de li Kortekê baçeyên dar fêkiyan çandin. -
Gerîla li Çelê li stargeh û çeperên artêşa Tirk xistin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li çeper û stargehên leşkerên ên dagirker ên li ser Girê Stûna xistin. -
Li Ewropayê bi kêmanî 97 Kurdistanî ji Covîd-19'ê mirin
Li gorî daneyên KCDK-E'yê ji ber pandemiya Covîd-19'ê li Ewropayê heta 6'ê Gulanê bi kêmanî 97 Kurdistanî mirine, 600 kes pê ketine. -
HPG'ê 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, ku wan bi şervaniya xwe rê û rêbaza gerîlatiya serdema nû nîşanî wan dane. -
Ciwanan li Çemçemalê tecrîd û dagirkerî şermezar kirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên li Zînî Wertê li Çemçemalê hatin şermezarkirin. -
Parêzer Yûsûf: Divê rêxistinên civakî bikevin bin bar
Parêzer Yûsûf Çakas bal kişand ser metirsiya vîrûsa koronayê ya li ser girtiyan û got, "Partiyên siyasî, baro, saziyên civakî yên sivîl û hêzên mûxalîf divê ji bo girtiyan bikevin bin bar." -
Ji bo meşa dirêj a li Zînî Wertê banga tevlîbûnê hate kirin
Meşa Dirêj a Ciwanan a ber bi Zînî Wertê wê di 16'ê Gulanê de bi piştgiriya 105 rêxistinên civakî pêk were. Ji bo meşê banga tevlîbûnê hate kirin. -
Li Wanê hejmara nexweşan zêde dibe
Li Wanê ji ber tevdîrên kêm ên li dijî vîrûsa koronayê hejmara nexweşan di nava çend rojan de gihîşt 380 kesî. Li gel zêdebûna hejmara nexweşan jî vekirina AVM û kûaforan bû sedema zêdebûna tirs û fikaran. -
Bayik: Tenê dewleta Tirk êrişê dibe ser goristanan
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, li cîhanê ti desthilatdariyê êriş nebiriye ser goristanan û got, "Tenê dewleta Tirk vê dike." -
Ciwanên Başûr ji bo Zînî Wertê wê dest bi meşa dirêj bikin
Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi peyamekê ragihandin ku ew ê 16’ê Gulanê bi meşeke dirêj ber bi Zînê Wertê ve bikevin rê. -
Li Amedê zabiteyan zarokê ku karton kom dikir derb kirin
Li navçeya Sûr a Amedê zabiteyên girêdayî şaredariyê, ereboka zarokê ku karton kom dikir desteser kirin û li zarok dan. -
Êşkenceya polîsan a li dijî zarokên Nisêbînê hate protestokirin
Li Mêrdînê baro, ÎHD, TMMOB û KESK’ê êşkenceya polîsan a li dijî zarokên Nisêbînê şermezar kirin. -
'Lêpirsîn ne çalak in, cezanekirin bûye edet'
Platforma Kedê û Demokrasiyê ya Amedê li dijî terora polîsên Tirk helwest nîşan da û got cezanekirin bûye edet. -
Navê bavê wî yê şehîd lê hate kirin
Êzdîn Şoreş şervanekî YBŞ'ê bû ku ji ber bombardûmana balafirên şer ên Tirk tevî 3 hevrêyên xwe şehîd bû. Navê wî li kurê wî yê nû ji dayik bû hate kirin. -
Mozan jî zêde hinguv çêkirin!
Tevdîra mayina li mal bi kêrî heywanan hat. Li Cenevreyê ji ber gelek faktoran hilberîna hinguv a mozan jî zêde bû. -
Beştaş: Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, ''Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye.'' -
Li Dersimê wesayita zirxî hate îmhakirin: 4 leşker mirin
Hêzên gerîla li Dersimê li dijî wesayiteke leşkerî çalakî kirin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 4 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.