KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Ez ê ji derveyî jiyana gerîla jiyanek din nejîm’
Gerîlayê YRK’ê Şaho Dersim ê yek ji dildarê çiyayên Kurdistanê hestkirina xwe ya ji bo çiya bi gotina ‘Ji bo min an wê gerîlatî heba yan jî wê jiyan wê qet tineba’ vedibêje. -
Sirûşta Wanê bi resmên xwe vedibêje
Li aliyekî ku dewleta Tirk şînkahiya Wanê bi betonan û bi HES'an qir dike Fatîh Şahîn wê Wanî bi resmên ku xêz dike dixwze ku sirûşta Wanê ji bo nifşên bê veguhezîn. -
Li Lêlîkanê teqîn: kepçeyek a dewleta Tirk hate rûxandin
Kepçeyeke ya dewleta Tirk dema diçû Lêlîkan a Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama teqînekê de hate rûxandin. Di encama teqînê de ajokarê kepçeyê û leşkerekî ewlekariya wê digirt mirin. -
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdehiyê ya KNK’ê Cejna Ziman pîroz kir
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdehiyê ya KNK’ê ku 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir got: “Divê em di roja Cejna Zimanê Kurdî bi sirûda zimanê me hebûn û nasnameya me ye, divê çalakî bên kirin.” -
‘Divê em di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe bikar bînin’
Mamosteyên Qada Perwerde ya Mexmûrê li dibistana Şehîd Mehmet Kurd Roja Zimanê Kurdî pîroz kirin. -
Xebata Tifaqê ya Kurdistanê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan da
Xebata Tifaqê ya Kurdistanê ya nerazîbûn nîşanî desteserkirina 5 şaredariyan a ji aliyê desthilata AKP/MHP’ê ve got: “Bi qeyûman dixwazin bi fîlî dest danin ser vîna gelê Kurd.” -
Li Wanê qeyûm hatin protestokirin
Destdanîna AKP/MHP’ê ya li ser 5 şaredariyan li Wanê hate protestokirin. -
Li bajarên Kurdan cejna zimanê Kurdî hate pîrozkirin, zext hatin
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê 15’ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyan hate pîrozkirin. Di çalakiyan de zextên li ser Kurdî hatin protestokirin. -
Alîkariya HDP’ê ya ji bo gundê di karantînayê de hate astengkirin
Gundê Siyavan ê di karantînayê de ye heta niha ti alîkariyeke ya xurek ji bo wan nehatiye dayîn. Derket holê ku alîkariya HDP’ê ya ji bo gund hatiye astengkirin. -
Ji gerilayan li Çelê rêzeçalakî
Gerilayên HPG/YJA Starê li Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêze çalakî kirin. -
Şêniyên Îdirê xwedî li şaredariya xwe derkret, polîsên Tirk êriş kirin
Şêniyên Îdirê ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariya HDP'î û destgîrkirina hevşaredaran daketin qadan, lê belê polîsên Tirk bi gazê êriş birin ser girseya gel. -
DBP: Desthilatdarî şaredariyên ku nekarî bi dest bixe dagir dike
DBP'ê diyar kir ku desthilatdarî şaredariyên ku nekarî qezenç bike dagir dike û li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo têkoşîna hevpar bang kir. -
YBŞ: Şengal ji her demê bêhtir ewle ye
Fermandariya YBŞ'ê bersiv da hin daxuyaniyên li dijî ewlehiya Şengalê û diyar kir, ku Şengal ji beriya sala 2014'an jî ewletir e. -
Akkûş: Me serî netewand, em ê netewînin
Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş ku ji wezîfeyê hate dûrxistin û hate destgîrkirin, diyar kir "Hêza me ya herî mezin gelê me ye. Me serî netewand, em ê serî netewînin." -
KCD: Pişaftin jî weke koronayê ye
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û got, ''Pişaftin û xwepişaftin jî dişibe koronayê , bi sedan sale bi pişaftinê dixwazin van zimanên qedîm tunebikin." -
Li Qelqeliyê 43 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Qelqelî ya Wanê di operasyonên qirkirina siyasî de 43 kes hatin destgîrkirin. -
Amadekariyên meşa dirêj a ji bo Zînî Wertê didomin
Ji bo bidawîkirina aloziya li Zînî Wertê, wê sibe li bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê saet di 10.00 de bi pêşengtiya Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê meşeke dirêj were lidarxistin. Amadekariyên ji bo meşê didomin. -
5 şaredariyên din ên HDP'î hatin desteserkirin - NÛ BÛ I
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, şaredariyên HDP'î yên Îdir, Sêrt, naveyên Misric, Baykan û Altinovayê desteser kir û qeyûm li wan bi cih kir. Hevşaredar jî destgîr kir. Heta niha 45 şaredariyên HDP'î hatine desteserkirin. -
Li Wan û Colemêrgê fatûreyên zêde têne birîn
Li Wanê şîrketên AKSA, VEPSAŞ û VASKÎ li Colemêrgê jî şîrketên Akmercan û VEDAŞ, ji ber fatûreyên xwe yên zêde bûn sedema nerazîbûna civakê. -
Erebekî ku ji zindana DAÎŞ'ê berê xwe da çiyayên Kurdistanê
Çiyager Agir Erebekî ji Dêra Zor e. Di dema dagirkeriya DAÎŞ'ê de li zindanê ma, lê bi serketina Kobanê re hêviya xwe mezin bû û piştî azadkirina bajarê xwe berê xwe da çiyayên Kurdidstanê. -
Komîteya Çalakiyê banga tevlîbûna meşa Zînî Wertê kir
Ciwanên Başûr ji bo dawîkirina aloziya li Zînî Wertê û dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya li gel wan meşek lidar dixin.Komîteya Çalakiyê banga tevlîbûna meşê kir. -
Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî li Çemçemalê hatin bîranîn
Jin ên Ciwan ên Têkoşer du jinên Kurd ên şoreşger Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî bi civînekê bi bîr anîn. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Heftanînê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya 23'ê Nîsanê ya li herêma Heftanînê weşand. -
Balafirên şer bombardûman kirin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li qadên Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û qada Şêx Cûma ya Bedlisê barandin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dûran hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Omer Dûran ê li Dersimê di şer de şehîd bû, hate veşartin.