KURDISTAN
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Şêx Seîd û hevalên wî bi minet û hurmet bi bîr anî û got, "Heta ku hesreta Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan bi cih bêne anîn wê têkoşîna azadiyê dewam bike."
Gorsê Ayhan û Berfîn Aram Nevîn ji kesayetên sembol ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê şehîd Zîlan bi bîr anîn û gotin, çalakiya fedaî ya Zîlan bû pêlek û tevger bi temamî xist nava xwe.
Bi deh hezaran kes tevlî mitînga li Amedê bûn. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê gotin, “Tu zext nikare meşa azadiyê ya gel birawestîne. Îradeya ku li vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesên ku jiyaneke demokratîk dixwazin e.”
Di Konferansa Zimanê Kurdî de, biryar hat girtin ku saziyên zimanê Kurdî di bin banê konfederasyonê de werin yek kirin, Kurdî bibe zimanêkî sereke di saziyan de û du salan carekî konferans were lidarxistin.
Bi hezaran welatî bi dehan wesayîtan ve ji Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Çewlîg û ji Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya bi daxwaza Rêber Apo tê lidarxistin, ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Hemû Nûçe
-
Jin, ked û ken...
Me şahidî ji rojeke gerîla re kir. Rojeke bi ken û kedê dagirtî. Gerîla di her kêliya ku kedê dide de rû li ken e. Dema ku gerîla dikene nava çavên wan dibiriqîne.
-
Tîpên Kurdî yên Ferhat Kûrtay
Çîroka tîpên Kurdî yên ji aliyê Ferhat Kûrtay ve hatin nivîsandin, çîroka bi êş a Malbata Kûrtay û wêneyên wî yên nayên zanîn...
-
-
Şehîdên Bêzarê hatin bibîranîn
Şehîdên Bêzarê hatin bibîranîn yên ku di 17’ê Gulana 1994’an li çiyayê Bêzar ya navçeya Çêlikan a Semsûrê di encama bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.
-
-
-
-
KCD'ê Kûrtay, Anyik, Zengîn û Oner bi bîr anî
KCD'ê Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bi bîr anî û diyar kir, "Ji bo rizgarkirina rûmeta mirovahiyê wan bedena xwe kirin çeper." KCD'ê ji bo jiyaneke nû ya bi rûmet banga yekîtî û berxwedanê kir.
-
Li ser jiyana girtiyan rîsk heye
Di raporê de ya têkilî girtîgehên Wanê hate diyarkirin, ku li ser jiyana girtiyan rîsk heye. Diyar bû ku malzemeyên parastinê bi bihayekî zêde difiroşin girtiyan.
-
-
-
Agir bi dexl û danên Mexmûrê ketiye
Li Başûrê wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) agir bi dexl û dana ketiye. Şêniyên herêmê û Şaredariya Wargeha Mexmûrê hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin.
-
Li Amedê li dijî nobedar û polîsan çalakî
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Sûrê li Amedê li dijî nobedar û polîsan çalakiyeke çakdarî pêk anî. Yekîneya Tolhildanê got, qeyûm temsîla pergala mêtingeriyê ne û ew ê bêdeng nemînin.
-
-
-
-
-
-
-
Meşa Zînî Wertê hate astengkirin
Meşa dirêj a ciwanan a ber bi Zînî Wertê ve ji aliyê asayîşa YNK’ê ve hate astengkirin. Ciwanên ku 45 deqeyan çalakiya rûniştinê kirin, bi daxuyaniyekê astengî şermezar kirin û gotin: “Gelo tiliya wan di komploya Zînî Wertê de heye."
-
Li dijî hevkarên AKP-MHP'ê li 3 bajaran çalakî
Koordînasyona YPS/YPS-JIN'ê got Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zeryan Deniz li Edene, Stenbolê û Bûrsayê li dijî dagirkeran çalakî kirine. YPS û YPS-JIN'ê got, ''Bi çarçoweya pêngava tolhildanê em ê her deverê bikin hedef.''
-
Meşa dirêj a ciwanan ber bi Zînê Wertê destpê kir-NÛ BÛ I
Meşa dirêj a ciwanên Başûrê Kurdistanê bi pêşngtiya 105 saziyan tê kirin, destpê kir.Berpirsê hêzên asayîşê diyar kir ku ji bo meşê rawestînin ferman ji Wezareta Navxweyî girtiye, dixwaze meşê asteng bike. Ciwan jî bi biryarin bimeşin.
-
-
Birîneke 23 salî: Komkujiya Hewlêrê
Komkujiya Hewlêrê ya di nava Kurdan de weke sûcekî netewî tê dîtin, tevî 23’ê sal in di ser komkujiyê re derbas bûye jî, hê jî çarenûsa qurbaniyan ne diyar e, hikûmeta Kurdistanê û parlementoyê xwe li vê nebihîstî dike.
-