KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şirnexê kombûna 'Em hemû HDP'yî ne, li her deverê ne'
Li Şirnexê ji hêla KCD'ê, HDP'ê, DBP'ê û TJA'yê ve bi dirûşmeya 'Dema Azadiyê ye' wê kombûnek çêbibe. Bi hezaran kesî HDP û DBP'yî pêşwazî kirin. -
Kan: Divê Kurdî li her derê were karanîn
Hevseroka MED-DER Şîlan Kan diyar kir pêwîst e zimanê Kurdî di hemû saziyan û di nava civakê de fermî bibe û di nava jiyana rojane de were bikaranîn. -
Avesta: Êrîşa li ser Şengalê encama peymana 9'ê Cotmehê ye
Endama Konseya Hevseroktiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta: Dewleta Tirk bi peymana 9'ê Cotmehê ya li ser Şengalê ku di nav de PDK jî heye êrîşê tîne. Bi peymana 9'ê Cotmehê dixwazin vîna gelê Êzîdî bişkînin. -
Rapora ÎHD’ê ya Şubeya Wanê ya têkildarê girtîgehan
Di rapora ÎHD’ê ya Şûbaeya Wanê ya têkildarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tîpa F û Tîpa T û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê heyî hatiye gotin, “Li girtîgeha Sergirtî ya tîpa F ya Wanê gardiyanan bi niyeta provakasyonê nêzîkatî raber kirine." -
Bi hezaran kes li Sêrtê tevlî mîtnga “Dema Azadiyê” bûn
Di mîtînga “Dema Azadiyê” ya li Sêrtê hat lidarxistin de Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û got, “Destkefta herî mezin ya têkoşîna Kurdan wê azadiya Abdullah Ocalan be.” -
Komeleya Ciwanên Welatparêzê Kurdistanê 4'emîn konferansa xwe lidarxist
Komeleya Ciwanên Welatparêzê Kurdistanê bi tevlîbûna endamên rêxistinên xwe yên li herêma Başûrê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê 4’mîn konferansa xwe lidarxist. -
Nûnerên DÎSK'ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
Nûnertiya Herêma Amedê ya DÎSK'ê serdana Malbata Şenyaşar kir ku ji bo edaletê li ber xwe dide. -
Gerîlayên YJA Starê derb li helîkopteran xistin
Gerîlayên YJA Starê li Metînayê derb li helîkopterên dewleta Tirk xistin ku hewl didan bombeyan li herêmê bibarînin. Helîkopterên ku derb xwarin neçar man ji herêmê biçin. -
Malbata Şenyaşar wê berxwedana xwe li Enqerê bidomîne
Malbata Şenyaşar ku berxwedana xwe didomîne ragihand ku wê têkoşîna xwe li Enqerê bidomînin. Her wiha ev bang li raya giştî kir, “Werin em bi hevre biqêrin.” -
HPG: Em ê xeyalên şehîdên xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana azad bi cih bînin
HPG'ê 5 gerîlayên ku li Xerzanê şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û got, ''Em sond dixwin ku xeyala Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad ku xewn û xeyala hevrêyên me yên şehîd e, berdêla xwe çi dibe bila bibe bi cih bînin.'' -
Sembola ciwantiyê ya PKK'ê: Elî Firat
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi van gotinan qala gerîlayê HPG'ê Elî Firat kir: Mîna her ciwanekî Efrînî bi agirê berxwedana gerîla mezin bûbû. Bi dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê perwerde bûbû. -
Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê hate avakirin
Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ya ku di nav de gelek siyasetmedar, çalakger û xebatkarên medyayê cih digirin hate avakirin. -
Qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê daxwaza sekinandina êrîşên kîmyewî yên Tirkiyeyê kirin
Welatiyên Helebce û herêma Şarezûr ku berê bibûn qurbaniyê kîmyabarana rejîma Baas, niha dixwazin êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê were sekinandin. -
Artêşa Tirk li Licê operasyon da destpêkirin
Artêşa Tirk a dagirker li Licê û Hezroyê operasyonek da destpêkirin. -
Heyeta HDP’ê li Şemzînanê çû cihê ku agir bi daristanê ketibû
Heyeta HDP’ê ji bo lêkolînan çû daristana li gundê Nêrkole ya Şemzînanê ya ku agir pê ketibû. -
Xebat Andok: Hêzên Tirkiye were şikandin wê hêzên modernîteya kapîtalîst hemû bişikên
Xebat Andok diyar kir ku êrişa ku dewleta Tirk a li hember tevgera azadiyê ne ji rêzê ye, di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn vî şerî dike. Andok got, ev şer bi esasî aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve tê meşandin. -
Beştaş: Gelê Kurd wê çong daneyne erdê
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di salvegera desteserkirina şaredariyan û wezîfedarkirina qeyyûman de axivî û got “Wê îradeya gelê me, çong daneyne erdê.” -
HPG: Li Girê Sor li dagirkeran hate xistin
Hêzên gerîla li qada Girê Sor ê herêma Avaşînê, ji nêz ve li dagirkerên Tirk xistin ku dixwestin xwe nêzî tunelên şer bikin. Piştî vê destwerdanê hêzên dagirker neçar man ji herêmê vekişin. -
Li Mêrdînê çalakî û xwepêşandan careke din hate qedexekirin
Walîtiya Mêrdînê çalakî û xwepêşandanên li bajêr careke din ji bo 15 rojan qedexe kir. -
Li Geverê 6 kes hatin destgîrkirin
Li Geverê di operasyona qirkirina siyasî de 6 kes hatin destgîrkirin. -
'Qeyûm bi taybet jinan dike hedef'
ÎHD'ê bal kişande ser êrîşkariya qeyûman a li ser vîna gel û got hevserokên jin bi taybetî dikin hedef. -
KONGRA-GEL: Divê her kes ji bo Êzidiyan bikeve nava liv û tevgerê
KONGRA-GEL got, "Ne tenê Kurd, divê her kes xwe li pêşberî Êzidiyan deyndar bibîne û bikeve nava liv û tevgerê." -
Dîmenê 3 çalakiyên gerîla hate weşandin
Gerîla TV dîmenê 3 çalakiyên bi çekên giran hatin lidarxistin weşand. -
Ji bo Şengalê wê roja Şemiyê li Bîelefeldê meş û mîtînga navendî bê lidarxistin
Komîteya Amadekar a Duyemîn Fstîvala Çanda Êzidxanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber komkujiyên dewleta Tirk a li Şengalê wan biryar dane li şûna festîvalê, meş û mîtîngeke navendî heman rojê li dar bixin û banga tevlîbûnê kir. -
Dixwazin Zîlanê bi HES'ê biçikînin
Berdevkê Platforma Zîlanê Şahabattîn Demîr got bi projeya HES'ê hem dixwazin li Zîlanê qira sirûştî bînin û bîrê bihedimînin û hem jî dixwazin wê bikin baregeha leşkerî û bazirganî.