KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Zimanê xwe bi berjewendiyên taybet û peymana 50 salî jê kirine, lewma bêdeng in'
Şanaz Îbrahîm Ehmed: Destdirêjiya li xak û xelkê me ya ji aliyê artêşa Tirkiyeyê, ne ji bihêz bûna wan tê, belku ji bêdengî û bê helwestiya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê tê. -
Li girtîgehên Amedê girtiyan tazî dikin, nahêlin tedawî bibin
Li gorî rapora OHD'ê û TUAYDER'ê li girtîgehên Amedê gitiyan tazî dikin û ser wan seh dikin, dijûnan li wan dikin û nahêlin ku girtî tedawî bibin. -
'Zarok bi destê mezinan tên tirsandin'
Psîkolog Şiyar Guldîken bal kişand ser bandora şer û mêtingeriya li Kurdistanê ya li ser zarokan û got, "Sedema tirsa zarokan a ji polîs û leşkeran, em mezin in." -
Leşkerên Tirk li Çiyayê Çelênimêja qira dara tînin
Li çiyayê Çelênimêja cerdevan bi kontrola leşkerên Tirk qira daran tînin. -
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Çatak û Erîcek bi dorpêçê hatin veşartin
Cenazeyên Mûsa Anter Çatak û Serhat Erîcek ên HPG'î yên li Çiyayê Bagokê şehîd bûbûn piştî 4 mehan teslîmî malbatên wan hatin kirin. Malbatan dibin dorpêça polîsan de cenazeyên zarokên xwe veşartin. -
HDP li Dîlokê bi gel re civiya
HDP di çarçoveya kampanya ‘HDP’î ne li her derê ne’ li Dîlokê bi gel re civiyan. Di çalakiyê de Gora Paylan ê HDP’î ji girseyê re axivî û got: “HDP gel e, gel hê ji mêj ve ye dîwarê tirsê derbaskiriye.” -
Artêşa Tirk xwezaya Kurdistanê qir dike: Şewata li Xozatê didome
Şewata ku leşkerên Tirk a li gundikê Koçerî, gundên Deniz û Kurukaymak ên navçeya Xozat a Dersimê bi hinceta operasyonê derxistibû, 8 roj in dewam dike. -
Endamên Şaxa KESK’ê ya Şirnexê çûn serdana malbata Şenyaşar
Endamên Şaxa Platforma Şaxên KESK’ê ya Şirnexê çûn serdana malbata Şenyaşar û gotin “Em hatine ruhê berxwedanê yê Botanê bînin vir.” -
Doza Mehmet Sîncar: Kujer pergal bixwe ye, dewlet e
Li Amedê di daxuyaniya çapemeniyê de hate diyarkirin tê xwestin bi bihurîna demê ser doza Mehmet Sîncar were girtin û hate gotin, ''Kujer dewlet bixwe ye''. -
YRK'ê fermandar Rênas Roj bi bîr anî: Em ê azadiya gelan misoger bikin
Fermandariya YRK'ê bi daxuyaniyekê fermandar Rênas Roj ê li Rojavayê Kurdistanê bi bîr anî û destnîşan kir ku bi hêza ji hevrê û fermandarên mîna Rênas Roj werdigirin wê gelên xwe û demokratîkkirina Îranê misoger bikin. -
Berxwedana gerîla bênavber dewam dike
Li dijî êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk a dagirker, berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber dewam dike. -
HPG'ê nasnameya şehîdên Avaşînê eşkere kir
HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Dorşîn, Şervan, Şevger û Baran bi ruhê milîtaniya Apoyî bi rengekî çalak tevlî bûn û di nivîsandina dîroka destanî de bûn xwedî pareke mezin." -
YRK: Em ê têkoşîna xwe bi domdarî birêve bibin -NÛ BÛ
Fermandariya YRK'ê têkilî êrişên hewayî yên dewleta Tirk ku 24’ê Tebaxê li ser herêma Pêncewîn û Şarbajêr pêk anî bû daxuyaniyek da û got, “Dijminê ku li beramberî gerîla têk çûye, dixwaze tola xwe ji gelê me yê welatparêz bigire.” -
Ebûbekir Sezek li Mexmûrê hate bîranîn
Şehîdê kedê Ebûbekir Sezek (Akîf Bilikî) li Kampa Penaberan a Mexmûrê hate bîranîn. -
Li ser Dersimê êrişên piralî hene
Dersim ku bi xweza, çand, dîrok û berxwedana xwe yek ji navendên girîng ên Kurdistanê ye, ji her gelek aliyan ve êriş li ser heye. Li Dersimê qirkirina xweza û jinê heye. -
Veguherîna çiyayan a bi ser rastiya gel de
Gerîla dibe ku li çiyê be lê ti caran ji gel qut nebû ji ber ku çiyan kirin rastiya gel. Û ew kirine dergeha bêrîkirina li azadiyê û hêviya rizgariya gel. -
HDP li Mereşê bi gel re civiya
Wekîla HDP’î Tulay Hatîmogûllari ya ku di civîna HDP’ê de ya bi gel re hatin ba hev axivî, anî ziman ku yê bi AKP’ê bide windakirin gel e û got: “Hêzên ku li vî welatî demokrasiyê pêk bîne, AKP bi wan nikare.” -
Wesayita Mexmûriyan qeza kir: 1 kes mir, 4 birîndar bûn
Wesayita ku ji Kampa Penabaran a Mexmûrê diçû nexweşxaneya Silêmanî qezar kir. Di qezayê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn. -
Ji ber li dijî lêgerîna tazî derket, êşkence lê kirin
Girtî Mehmet Emîn Ado hê hate sirgûnkirin, ji ber li dijî lêgerîna tazî derket êşkence lê hate kirin. -
HPG: Li Heftanînê 5 dagirker û 2 kontra hatin cezakirin -NÛ BÛ
Li Heftanînê di çalakiya gerîlayên YJA Starê de 5 dagirker û 2 kontra hatin cezakirin, çekek bombeavêj û çepera wê jî hatin îmhakirin. -
Goristana Ermenan hate xerakirin
Goristana Ermenan a li taxa Kalecîk a navçeya Tûşba ya Wanê bi makîneyên kar hate xerakirin. -
Malbata Şenyaşar li dijî bêdadiyê banga yekbûnê kir
Malbata Şenyaşar ku berxwedaniya xwe didomîne, got, ''Werin em bi hev re dawî li vê bêdadiyê bînin.'' -
Hêzên gerîla 85 dagirker ceza kirin
Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di çarçoveya pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de mehekê 85 dagirker hatine cezakirin. -
Li Başûrê Kurdistanê êrişa hewayî
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrişeke hewayî bir ser derdora bajarokê Pêncwênê yê Başûrê Kurdistanê. -
Ji Elmanyayê heta 15'ê Tebaxê, çîroka gerîlayekî
Îbrahîm Durmaz (Haci) bavê çar zarokan bû, beriya 1980´yî ji bo kar berê xwe da Elmanyayê. Li wir tevlî nav refên Têkoşîna Azadiyê bû û bû yek ji fermandarên Pêngava 15´ê Tebaxê.