KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nîşan da ku şervanekî leheng bû
Jêhat Bager ciwanekî Kurd bû ku ji dîrok, çand, zimanê xwe hez dikir. Ji bo neteweya Kurd û welatê xwe bû şervan. Bi çalakiya xwe ya dawî re nîşan da ku şervanekî çiqasî leheng bû. -
Li 8 gundên Hezexê şewat çêbû
Şewata li 8 gundên Hezexê belav dibe, mudaxeleyên ku tên kirin kêm dimîne. -
Piştî DEDAŞ'ê vê carê ji ber bombebaranê li Mawayê şewat derket
Piştî şewata ji ber DEDAŞ’ê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de derketibû, vê carê jî di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Mawayê de şewat derket. -
Li Xîzanê êrîşên dagirkirinê hat destpêkirin
Dewleta Tirk a dagirker danê êvarê êrîşa dagirkirinê li bejahiya navçeya Xîzanê ya Bedlîsê da destpêkirin. -
Şervana YPJ’ê Delîla Cûdî şehîd bû
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku şervana wan Delîla Cûdî (Zozan Kartal) 13’yê Hezîranê di encama qezayekê de şehîd bûye. -
KCK: DEDAŞ’ê sê qetliam bi hev re kir
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê diyar kir ku DEDAŞ ji saziyeke xizmetê zêdetir saziya zilmê ye û wiha got, “Tenê têkoşîna me ya hevpar a ekolojîk dikare vê zîhniyeta faşîst û komkujer rawestîne.” -
Dewleta Tirk li gelek herêmên Zagrosê êrîşên îmhayê da destpêkirin
Dewleta Tirk a dagirker li ser gelek gund, zozan û qadên gundewarî operasyona îmhayê da destpêkirin. Gelek leşkerên Tirk li herêmê hatin bicihkirin. -
Piştî serdana rayedarên Îran û Tirkiyeyê şewat li Herêma Kurdistanê destpê kir
Hewlên dewleta Îranê yên ji bo sazkirina hevsengiya siyasî, aborî û îstixbarî, li Hewlêrê çiqil xistiye postê dewleta Tirk û Erdogan û Bahçelî. -
3 mobese projektor û çeperek hatin îmhakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap, Metîna û Heftanînê gelek çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 3 kamerayên mobeseyê, projektor û çeperek hatin îmhakirin. -
Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 14 kesan
Hejmara kesên di şewata Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 14 kesan. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şakîr Erdemcî hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şakîr Erdemcî yê di şerê li Çiyayê Mawa şehîd bibû, li Goristana Guneykentê ya Mêrsînê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Ozkan a li Mawayê şehîd bibû, hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Zeynep Ozkan a di êrîşa dagirkeriyê ya li Mawayê de şehîd bibû, li navçeya Basa ya Şirnexê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin. -
Navên 12 kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12 kesên ku di şewata li Amed û Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin. -
Li Girê FM roja 9’emîn a êrîşa kîmyewî
Artêşa Tirk di navbera 30’ê Gulan û 7’ê Hezîranê de tenê bi giştî 71 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr û teqemeniyên qedexekirî, êrîşî tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM kir. -
Cenazeyên 4 kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin
Cenazeyên 4 kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, li navçeyên Çinar û Şemrexê bi tevlîbûna sedan kesan hatin veşartin. -
Kûdret Ûçûk: Mekanîzmaya dewletê hişt ku karesat mezin bibe
Hevşaredarê Şemrexê Kûdret Ûçûk diyar kir ku derketina şewatê, belavbûna wê û windakirina jiyanê, tevî hemû bangan jî mekanîzmaya dewletê nekete nav tevgerê û ev rewş hişt ku karesat mezin bibe. -
Dewleta Tirk Gabar û Cûdiyê qedexe kir
Dewleta Tirk a dagirker çiyayên Gabar û Cûdiyê ku xwezaya wan talan kir, ji bo 7 rojan weke herêma “Ewlekariya Demkî’ ragihand. -
Maseya Koordînasyona Krîzê bênavber dixebite
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi Maseya Koordînasyona Krîzê ya ku der barê şewatê de ava kir, li nexweşxane û taxan bênavber dixebite. -
Yekîtiya Ekolojiyê: Dewleta Tirk û DEDAŞ ji şewatê berpirsyar in
Yekîtiya Ekolojiyê ku bal kişand ser şewata li Kurdistanê, diyar kir ku ji ber ku di dema xwe de mudaxele nehatiye kirin karesat çêbûye û bertek nîşanî dewlet û DEDAŞ’ê da. -
Şahidên şewatê: Şewat ne ji ber pirêzeyan, ji ber têlên elektrîkê dest pê kir
Şêniyên gund diyar kirin ku daxuyaniyên walîtiyê rastiyan nîşan nadin û gotin, “Agir ne ji şewitandina pirêzeyan dest pê kir. Têlên elektrîkê qut bûn û agir bi lez belav bû. Di vî şewatê de sûcê DEDAŞ’ê heye.” -
KCK: Divê gelê me tiştekî ji dewletê hêvî neke û tişta pêwîst, bi xwe bike!
KCK’ê bi tundî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya qirker, nîjadperest, faşîst û mêtinger a ku ev şewat derxist û bûyî sedema êşên gel, şermezar kir û got: “Divê gelê me tiştekî ji dewletê hêvî neke û tişta pêwîst bi xwe bike.” -
Berdana Yuksekbag ê 30 sal in girtî ye 9 meh hat taloqkirin
Berdana girtî Seracettîn Yuksekbag ê 30 sal in girtî ye 9 meh hat taloqkirin. -
KJK: Li Kurdistanê karesata xwezayî nîne, karesata dewletê heye
KJK'ê têkildarî şewatê daxuyaniyek da û got, "Li Kurdistanê karesata xwezayî nîne, karesata dewletê ya mêtinger, qirker heye. Em ji bo berxwedan û avakirinê bang dikin." -
Heyva Sor a Kurdistanê bang kir: Em bi hawara mexdûrên şewatê ve biçin
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên şewata li Şemrex û Çinarê banga alîkariyê kir û got: “Banga me ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan heye ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê bidin malbatên mexdûr.” -
Şewata li Amedê bandor li qadeke ji 66 kîlometreçargoşeyî kir
Serokatiya Daîreya Pêşvebirina Bejahî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku şewata bû sedema mirina 5 kesan, bandor li qadeke ji 66 kîlometreçargoşeyî kir.