KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk gundiyên Amediyê bi zorê koçber dike
Artêşa Tirk a dagirker li Herêma Mîsa Begî ya Kanî Masî bi cih bû. CPT bi daxuyaniyekî gotibû ku artêşa Tirk bi gef û zorê gundê Mîsa Begî ji mirovan xalî dike. -
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Hevrê Helmet wê di hişê gel de bijî
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bi boneya 5'emîn salvegera şehadeta Helmet Gabar xwest ku di serî de gelê Başûr, gelê Kurd, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend li ser jiyan, tevlêbûna wî ya di nava Tevgera Azadiyê û têkoşîna wî de bisekin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Dihokê benda kontrolê danî
Dewleta Tirk ku êrişên dagirkeriyê û sewqiyata leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê zêde kiriye, hîn bêhtir zêdegavî kir û li Dihokê bendeke kontrolê danî. Dîmenên nuqteya dagirkeriyê hatin weşandin. -
Nasnameya şehîdên Elkê hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Elkê şehîd bûne, eşkere kir û got: “Bîranîna hevrêyên me Brûsk, Rustem, Kamûran û Dilsoz wê her tim pêşengiyê ji têkoşîna me re bike.” -
Karayilan: Em bi ruhê Zîlan têdikoşin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan Zeynep Kinaci ya ku 30'ê Hezîrana 1996'an çalakiya fedaî kir bi bîr anî û got, "Zîlanbûyîn îro li nava refên me xurt bûye. Em bi vî ruhî têdikoşin." -
Cenazeyê Şefîk Esen hate veşartin
Cenazeyê girtiyê nexweş Şefîk Esen ku li Eskîşehîrê li nexweşxaneyekê jiyana xwe ji dest da, li gundê Başpinar ê Çinarê hate veşartin. -
Ji bo nobeta li Colemêrgê banga hevgirtinê hat kirin
Komên ji Mûş û Wanê nobeta “rêzgirtina ji vînê re” ya li Colemêrgê hatiye destpêkirin di roja 3'emîn de berdewam dike. Çalakgeran diyar kirin ku heta encamê bi dest bixin wê têkoşîna xwe bidomînin. -
Endamê Konseya Giştî yê KCK’ê Diyar Xerîb li ser gora xwe hat bibîranîn
Endamê Konseya Giştî yê KCK’ê Diyar Xerîb di salvegera 5’emîn ya şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. -
Dewleta Tirk a dagirker 300 tank li Başûr bi cih kir
CPT’ê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di 10 rojên dawî de nêzî 300 tank û wesayîtên zirxî li axa Başûr bi cih kirine. -
Tevgera Azadî bang li Kurd, Ereb û hemû gelan kir ku li dijî dagirkeriyê rabin ser piyan
Tevgera Azadî bang li her kesî kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê û zêdebûna gefên wê xwedî helwest bin. -
Dîsa ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ’ê şewat derket
Li Mêrdînê çirûskên ku ji têlên ceyranê yên DEDAŞ’ê derketin, rê li ber şewatê vekir. -
Ji Dihokê 130 malbatên din vegeriyan Şengalê
Ji Dihokê 130 malbatên din ên Şengalî yên koçberbûyî li cih û warên xwe vegeriyan. -
Gerîla bênavber lê dide: 8 dagirkerên din hatin cezakirin
HPG'ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de yên ji bo 'silavkirina roja fedaîtiyê' herî kêm 8 dagirker hatin cezakirin. -
Gel li ber DEDAŞ'ê li hev kom bû
Ji ber rola DEDAŞ'ê ya di şewatê de, Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li ber DEDAŞ'ê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Vê felaketê nîşan da ku pirsgirêka Kurd li her qadê heye." -
Artêşa Tirk a dagirker avêt ser gundekî û kontrola nasnameyê kir
Artêşa Tirk a dagirker çekên giran derbasî Kanî Masî û derdora wê kir. Her wiha avêt ser gundê Kestê û nasnameyên gundiyan kontrol kir. -
Cenazeyê Cîn ê şehîd ket, hate veşartin
Cenazeyê Basrî Cîn ê li bejahiya Elkê di bombardûmanê de şehîd ket li navçeya Silopiyayê hate veşartin. -
Cerdevan daran dibirin
Cerdevanan darên li herêma Komate ya li bejahiya navçeya Elkê dibirin. -
Cotstandartiya li herêmên afetê
AKP ku li Derya Reş di felaketa herî biçûk a lehiyê de herêma afetê radigihîne, li navçeyên Elbak û Sarayê yên Wanê tevî ku çar salên dawî sê felaketên lehiyê qewimîn, herêma afetê ranegihand. -
Jinên ji Çinarê: Kî wê hesabê vê felaketê bide?
Jinên ji Çinarê bal kişandin ser helwesta dewlete ya di dema şewatê de û pirsa "Kî wê hesab bide" kirin. -
Nobeta li Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin û qeyûmê bişînin
Di çalakiya nobetê ku li dijî desteserkirina vînê li Colemêrgê hat destpêkirin de wiha hate gotin, “Em ê tecrîdê bişkînin û qeyûmê bişînin.” -
Balafirên şer ên Tirk Dêrelokê bombebaran kirin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora Dêrelokê bombebaran kirin. -
Li Başûrê Kurdistanê dîroka hilbijartinê hate diyarkirin
Li Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên parlamentoyê ya ku hema bêje 2 sal in tên taloqkirin, 20’ê Cotmehê hate diyarkirin. -
Fermandar Bêrîtan Nûrhak Çiya şehîd bû
HPG’ê diyar kir ku endama Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiya şehîd bû û got: “Di her kêliya jiyana xwe ya şoreşgeriyê de, bû milîtanek Apoyî û kadroyeke PKK-PAJK’ê ya berpirsyar.” -
KCK: Divê Başûrê Kurdistanê û Iraq li dijî dagirkeriya Tirk rabin ser piyan!
KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir û desteser bike û di serî de Kurd bang li gelên Iraqê kir ku li ber vê dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin û têkoşînê mezin bikin. -
Cenazeyên 2 gerîlayên li Elkê şehîd bûn hate veşartin
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Sefer Temel û Yilmaz Sala yên li Elkê di şerê hefteya derbasbûyî de şehîd bûn li warê wan hate veşartin.