Zincîra 'hurmeta li îradeyê' hate avakirin

Li kolana herî qelebalix a Wanê li dijî darbeya qeyûm zincîra mirovan hate avakirin.

ZINCÎRA JI MIROVAN

Darbeya qeyûm a li şaredariyên DEM Partiyê hate kirin, li Wanê hate şermezarkirin. Girseya gel li kolana Cûmhûriyetê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li hev kom bû û li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyek da. Di çalakiyê de dirûşmên "Berxwedana Jiyan e" û "Qeyûm wê biçe, gel wê bê" hatin qîrîn.

Piştre li ser rê zincîra ji mirovan hate avakirin.