Zarokên Kobanê kelecana vegerê dijîn
Bi hezaran zarokên Kobanê yên li Pirsûsê kelecana vegera Kobanê dijîn. Zarok dibêjin xerabûna malên wan ne girîng e, ya girîng vegera li kolanên xwe yên li ê dilîstin e.
Bi hezaran zarokên Kobanê yên li Pirsûsê kelecana vegera Kobanê dijîn. Zarok dibêjin xerabûna malên wan ne girîng e, ya girîng vegera li kolanên xwe yên li ê dilîstin e.
Bi hezaran zarokên Kobanê yên li Pirsûsê kelecana vegera Kobanê dijîn. Zarok dibêjin xerabûna malên wan ne girîng e, ya girîng vegera li kolanên xwe yên li ê dilîstin e.
Ji 10 hezaran welatiyên Kobanê yên koçberî Pirsûsê bûn ji sedî 40 zarok in û zarok kelecana roja vegera Kobanê dijîn. Zarokên li 6 konbajaran dijîn di nava rojê de bi lîstokên dilîzin hewl didin travmaya şer li ser xwe bavêjin û ligel vê yekê zarok piranî demên xwe li dibistan û navendên çand û hunerê yên li konbajaran hatin vekirin derbas dikin. Zarokên mexdûrên şer ligel şîdeta dîtin di xebatên kolektîf ên li konbajaran de jî li herî pêş cih digirin. Zarokên gelek zêde heyranê şervanên YPG û YPJ'ê ne li benda roja vegerin Kobanê û li kolanên bajar bilîzîn in.
'EZ LI SER KEVIRÊ KOBANÊ RAZÊM BAŞTIR E'
Zarokê bi navê Faruk Kahraman (12) ê ku ji gundê Bilik ê Kobanê hatî Pirsûsê diyar kir ku ew ji bo şervanên YPG û YPJ'ê bibîne dixwaze demildest vegera Kobanê û wiha got: "Ti girîngiya hilweşîna malên me tineye. Ez raketina li ser kevirekî Kobanê nadim dewlemendiya li vir a em dijîn." Kahraman anî ziman ku dema agahiya wê Kobanê ji nû ve ava bikin bihîstî gelek kêfxweş bû û wiha axivî: "Ez jî dixwazim bi hevalên ji vir biçin re biçim û di înşaya Kobanê de bixebitim.
'MIN BÊRIYA DIBISTANA XWE YA LI KOBANÊ KIR'
Zarokê bi navê Berzan Kahraman (15) jî diyar kir ku li konbajar piraniya dema wan bi lîstikê re derbas dibe. Kahraman anî ziman ku dema lîstika dilîze kêfxweş dibe û wiha got: "Lê ti der bi qasî Kobanê ya lê hatiye dinyayê nabe." Kahraman da zanîn ku gelek bêriya dibistana xwe ya li Kobanê dike, dixwaza vegerê Kobanê, biçe dibistana xwe û wiha axivî: "Li Kobanê dikanekî bavê min hebû. Dema ez vegeriyan dema min a piştî dibistanê dimîne ez dixwazim di dikana bavê xwe de bixebitim û ji wî re bibim alîkar."
Zarokê Hemed Bozo (6) yê ku bavê wî di nava YPG'ê de şer dike jî diyar kir ku gelek bêriya bavê xwe kiriye û wiha got: "Bavê min li Kobanê li hemberî çeteyan şer dike. Ew ê gundê me azad bike."