Zarokek li Farqînê birîndar bû

Li navçeya Farqîn a Amedê ku ev bi rojan e li hemberî êrîşên polîsan gel xweparastinê dike zarokek din jî ji milê xwe birîndar bû.

Li navçeya Farqîn a Amedê ku ev bi rojan e li hemberî êrîşên polîsan gel xweparastinê dike zarokek din jî ji milê xwe birîndar bû.

Li navçeya Farqîn a Amedê xweparastina gel li hemû taxan berdewam dike û di heman demê de hewldanên êrîşê yên polîs û leşkeran jî heye. Li gor agahiyên ku hatin girtin li ser Cadeya Karabehlul a Taxa Kale, zarokek bi navê M.V.U. (17) ji milê xwe yê rastê bi gulê birîndar bûye û nayê zanîn ku gulê ji ku derê hatiye. Gel, zarokê birîndar rakir nexweşxaneyê.

Li Farqînê li taxan jî çalakiya derxistinadeng û vemirandina lambeyan  destpê kir.