Yuksekdag : Tecrîda li hember Ocalan tê wateya kaosê

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag, anî ziman tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya ku welat ber bi kaosê ve bidin û wiha got: "Bi zanebûn dixwazin Tirkiyeyê ber bi kaosekê ve bibin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku hewcehiya Tirkiyeyê bi hilbijartinekî awarte nîn e û ji ber vê yekê wê li hemberî hewldanên koalîsyonekê sekna demokratîk nîşan bidin. Yuksekdag anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya ku welat ber bi kaosê ve bidin û wiha got: "Bi zanebûn dixwazin Tirkiyeyê ber bi kaosekê ve bibin. Di vê serdemê de hevdîtinên bi Birêz Ocalan re pêk dihatin asteng kirin. Tecrîd tê wateya xwestina kaosê ye. Birêz Ocalan aktorekî dengeyê yê herî girîng e û ev aktorê girîng ji pêvajoyê qutkirin tê wateya hêzên kaosê serbest tê berdan."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li avahiya HDP'ê ya Wanê têkildarî encamên hilbijartinê de civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP'ê û rêveberên HDP'ê tevlî civînê bûn. Piştî axaftina Hevserokê Rêxistina Wanê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî û di destpêkê de spasî li hemû gelê Wanê kir. Yuksekdag diyar kir ku encama hilbijartinê ji bo Tirkiyeyê mizgîniya jiyanekî nû ye û wiha got: "Hilbijartina 7'ê Hezîranê bû wesîle. Partiya me bi gelên berê xwe dan azadî, demokrasî û aştiyê serketineke mezin bi dest xist û rûpelekî nû di dîrokê de nivîsand. Êdî hêzên tên tepisandin bûne yek. "

Yuksekdag, anî ziman ku êdî li Tirkiyeyê deng û vîna vê blokê weke berê nabe. Yuksekdag da zanîn ku gel ji kesên berî hilbijartinê digotin, "Heke hûn deng nedin me wê tofan rabe" re gotin "Hûn nebin li vî welatî tofan ranabe" Yuksekdag, bilêv kir ku serketin bi hêsanî çênebû û wiha got: "Du mehan gelê me gelek bi baldar û sebir tevgeriya û rawestiya. Ligel hemû sorkirin û hewldanên provokasyonê aştî qîriya. Ev baldariya xwe heya dawî domand."

'JIN DI MECLÎSÊ DE WÊ VÎN Û DENGÊ XWE NÎŞAN BIDIN'

Yuksekdag piştî nirxandinên hilbijartinê pirsên rojnamegeran bersivand. Yuksekdag bal kişand ser qetlîamên ku di demên dawî de li hemberî jinan zêde dibe û wiha got: "Ev yek hem pirsgirêkek polîtîk e û hem jî divê bi rêyên polîtîk bê çareserkirin. Lê mixabin li dijî kujerên jinan cezayê ku heq bikin nehat dayîn û li hemberî vê qirkirinê nehat sekinandin. Em ê bi rêxistinên jinan re xebateke berfireh bidin meşandin. Wê muxalefeta jinan di demên pêş de li meclîsê deng û vîna xwe nîşan bide."

'ÎDIAYA ME EW E KU EM MUXALEFETEK BIHÊZ BIKIN'

Yuksekdag bal kişand ser nîqaşên koalîsyonê jî û ev tişt destnîşan kir: "Pêwîstiya Tirkiyeyê bi hilbijartina zû tine ye. Ji ber wê jî ji bo hewldanên koalîsyona ku bê avakirin jî  em ê helwesta xwe ya demokratîk a divê pêk bê nîşan bidin. Divê demildest hikûmetek bê avakirin, siyaset û aboriyek ku baş pêk be çêbibe û ev yek jî ji bo welat pêwîst e.  Weke HDP armanca me ev e ku li Tirkiyeyê em muxalefetek bihêz bikin."

Yuksekdag bal kişand ser provokasyonên li Şemzînanê jî wiha van tiştan got: "Êrîşên ku li Colemêrg û Geverê jî pêk hatin ev nîşaneya ku piştî hilbijartinê jî provokasyonên xwe berdewam bikin. Me got em vê serdemê şer û pêvçûnê didin rawestandin. Me got em destûr nadin ku hûn li ser şer û pêvçûnê xwe bidin jiyandin. Me di vê serdemê de jî vê yekê qezenç kir. Niha ji bo hewldana aştiyê xera bikin bi taktîkên şer û pevçûnê bi ser me de tên."

'HÛN BI TECRÎTA LI HEMBERÎ OCALAN, DÎNAMÎKÊN KAOSÊ SERBEST DIHÊLIN'

Yuksekdag herî dawî jî bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Divê tecrîda li hemberî Birêz Ocalan bê rakirin. Mixabin ji 5'ê Nîsanê û heta niha em bi Birêz Ocalan ku ji bo demokrasiya Tirkiyeyê qezençkirinên mezin daye hevdîtinê pêk naynin. Hevdîtina heyeta me tê astengkirirn. Divê ev pêkanînên tecrîdê bê rakirin. Bi awayekî zanebûn tê xwestin ku Tirkiye bikeve nava kaosekê. Bi vê tecrîtê bi awayekî zelal dibêjin em kaosê dixwazin."

Piştî civînê Yuksekdag Rêxistina Navenda DBP'ê ziyaret kir.

...