Yuksekdag: Rewşa Farqînê hînê lezgîn e
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag: Rewşa Farqînê hînê lezgîn e, êrîş dewam dikin. Divê bêhtir xwedî lê bê derketin û ji bo pêşî li komkujiyeke mezin were girtin, çalakî bên lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag: Rewşa Farqînê hînê lezgîn e, êrîş dewam dikin. Divê bêhtir xwedî lê bê derketin û ji bo pêşî li komkujiyeke mezin were girtin, çalakî bên lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag destnîşan kir, ku rewşa Farqînê krîtîk e û bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir. Yuksekdag got, "Rewşa Farqînê hînê lezgîn e, êrîş dewam dikin. Divê bêhtir xwedî lê bê derketin û ji bo pêşî li komkujiyeke mezin were girtin, çalakî bên lidarxistin." Yuksekdag diyar kir ku ew AKP'ê û hêzên wê yên qetlîamker mûxatab nabînin û da zanîn, ku ew ê bi gel re van êrîşan pûç bikin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a hat Farqînê û cihê xwe di nava berxwedanê de girt, rewşa dawî ya li Farqînê ji ANF'ê re nirxand.
Yuksekdag hişyarî da û diyar kir ku rewşa li Farqînê lezgîn û krîtîk e û got, "Rewşeke gelekî krîtîk heye. Bi ti awayî jiyana mirovan ne ewle ye. Xanî tên şewitandin, dûxan jê tê. Kolanên Farqînê bi tank û panzeran hatine dagirkirin. Bûye bajarekî ku dûxan jê tê. Êrîşên polîsan ên li hemberî taxan bênavber dewam dikin."
'AMADEKARIYA KOMKUJIYEKE MEZINTIR TÊ KIRIN'
Yuksekdag got, "Li Farqînê tevî hêzên ewlekariyê yên fermî, tîmên taybet ên qetlîamker û çete digerin" destnîşan kir, ku bi taybetî li sê taxên derketina derve lê hatiye qedexekirin, amadekariya komkujiyeke gelekî cidî tê kirin. Yuksekdag di dewama axaftina xwe de got, "Ya ku rewşê krîtîk dike, ev e. Di nava van sêzdeh rojên dawî de heft mirov hatin qetilkirin. Ev mirovên sivîl bûn û zarokên van taxan bûn. Heft mirovên me yên hatin qetilkirin, zarokên Farqînê bûn. Farqîn bi komkujiyeke girseyî ya ku ji vê komkujiya 11 rojên dawî gelekî mezintir re rû bi rû ye."
'AKP Û HÊZÊN KOMKUJER NE MUXATABÊN ME NE'
Yuksekdag bi bîr xist ku duh li taxan meşa wan ji aliyê hêzên polîs û leşkeran hatiye astengkirin û bi êrîşeke çavsorî re rû bi rû mane. Yuksekdag destnîşan kir ku polîs û leşker ti pîvanên exlaqî nas nakin, êrîş û seknên di şer de jî çênabin careke din bi awayekî şênber derketiye holê. Yuksekdag diyar kir ku li hember 18 nûnerên ji aliyê gel hatiye hilbijartin û Hevseroka Giştî ya partiyek di parlamentoyê de ya sêyemîn e, êrîşek bê pîvan pêk anîne. Yuksekdag anî ziman ku ev bi xwe aşkere dike ti rewabûna desthilatiya siyasî tineye, nîşane ye ku ti dînamîkên siyasî û muxataban jî napejirîne. Yuksekdag wiha berdewam kir: “ Li vir beriya her tiştî muxatab gelê Farqînê ye, tiştê rastî ew e ku me muxatab bigirin jî negirin jî zêde ne li ber bala me ye, jixwe ne muxatabên me ne jî. Ev şebekeya komkujiyê bi ti awayî nikarin bibin muxatabên me. Lê ew neçar in gel muxatab bigirin. Pêwîst e ev gelê li vir dijî, li vir hizûrê dixwaze, li vir ji bo mafê jiyanê û demokrasiyê li ber xwe dide bigirin ber çav, muxatab bigirin. Tiştê em li vir dibînin; Farqîn wê ti carî serî netewîne, Farqîn wê ti carî teslîm nebe. Tevî van êrîşanên hovane jî, tevî ku her roj cenazeyên zarokên xwe radikin jî, li vir gelekî ku serî natewîne heye.”
'PÊWÎST E TAVILÊ JI BO FARQÎNÊ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN'
Yuksekdag got: “Ti hêzên polîs û artêşê, ti planên komkujiyê nikare vê sekna gel xera bike, ne xwedî ew hêzên e ku sekna gel xera jî bikin.” Yuksekdag ragihand ku piştî derbeyê ev cara yekemîn e qedexeya kolanan a herî dirêj li ser Farqînê hatiye ferzkirin, roja 11. li pey xwe hiştine. Yuksekdag diyar kir ku hê nizanin wê qedexe heta kengî dom bike, wê heta kengî bidin domkirin jî ne zelal e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatiya siyasî, Qesr û AKP’e wek dixwazin dîzayn dikin û îro ev êrîşa li hember gelê Farqînê jî êrîşa dîzaynkirina rejîma êrîşê ye. Ji bo gelên Tirkiyeyê mecbûrî rejîmek dîktatoriyê bikin jî dixwazin tevahî rihên demokratîk qut bikin. Hewl didin rehên berxwedana demokratîk û sekna rewa qut bikin.”
Yuksekdag bang li tevahî hêzên demokrasiyê jî kir û wiha got: “Rewşa Farqînê hînê lezgîn e, êrîş dewam dikin. Divê bêhtir xwedî lê bê derketin û ji bo pêşî li komkujiyeke mezin were girtin, çalakî bên lidarxistin.”