Yuksekdag: HDP gel bi xwe ye
Namzetên HDP'ê di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de esnafan ziyaret dikin û buroyên hilbijartinê vedikin.
Namzetên HDP'ê di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de esnafan ziyaret dikin û buroyên hilbijartinê vedikin.
Namzetên HDP'ê di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de esnafan ziyaret dikin û buroyên hilbijartinê vedikin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Edene di xebatên hilbijartinê de axivî û diyar kir ku danezana hilbijartinê tenê ji bo bibin desthilatdar na ji bo rastî jî pêk bînin amade kirin û wiha got: "Ev danezan hesreta mirovên alîgirên ked û azadiyê ye. Em ê ji bo her sernavê bi dil û can bixebitin û têkoşînê bidin."
AMED
Namzetên HDP'ê yên Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê de berdewam dikin û jin di xebatan bi hêz dixebitin. HDP li her navçe û taxan xebatên xwe didomînin û buroyên hilbijartinê vedikin. Pêkhateyên KJA'yê jî yekemîn buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Jin tenê bi vekirina buroyên hilbijartinê namînin û ji bo bi namzetên jin mitîngên xweser li dar bixin dest bi xebatan kirin. Jinan bernameya vekirina buroyên hilbijartinê aşkera kir. Jin wê yekemîn li navçeya Yenîşehîrê starta hilbijartinê bidin.
Bernameya vekirina buroyan wiha ye;
* 24'ê Nîsanê yekemîn buroya hilbijartinê ya jinan wê li Yenîşehîrê seat di 18.00'an de bê vekirin. Jinên li Sumerparkê bên cem hev wê heya ber buroya hilbijartinê bimeşin.
* 26'ê Nîsanê de wê li Bismîlê buroyê vebikin.
* 27'ê Nîsanê wê li Rezan buroyê vebikin.
Namzetê HDP'ê yê Amedê Altan Tan bi Hevseroka Rêxistiha DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek û Hevşaredara Erxaniyê Aygun Taşkin esnaf ziyaret kirin. Tan û heyeta pê re rastî eleqeyekî mezin hatin û guhdariya pirsgirêkên welatiyan kirin.
ERZIROM
Namzetên HDP'ê yên Erziromê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Palandokenê civîna gel li ser xistin û pirsgirêkên welatiyan gundar kirin. Piştî civînê li Taxa Uçkumetler tevlî civînê bûn. Namzeta HDP'ê Seher Akçinar Baha diyar kir ti pirsgirêka HDP'ê ya benvê tineye û HDP dengê hemû gelên bindest e. Namzetê HDP'ê Şiyar Aslan jî diyar kir ku her dengê didin HDP'ê dê pêşiya komkujiyên AKP'ê bigire.
,Piştî axaftinan li taxan komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin.
AGIRÎ
Namzetên HDP'ê yên Agirî jî di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de li taxên Bulut û Fatîh bi gel re hatin cem hev. Welatiyan eleqeyekî mezin nîşanî namzetan da û di civînan de li ser girîngiya hilbijartinê hate rawestandin. Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Dirayet Dîlan Taşdemîr Mala Gel a ku ji aliyê şaredariyê ve hate çêkirin vekir.
ÇEWLÎK
Namzetên HDP'ê yên Çewlîk jî esnafên bajar ziyaret kirin û piştgirî xwestin. Namzet serê sibê esnaf ziyaret kirin û rastî eleqeyekî mezin hatin. Hin welatiyan got berê wan dengên xwe dan partiyên cuda lê dê vê carê dengê xwe bidin HDP'ê. Esnafan pirsgirêkên dijîn bi HDP'iyan re parve kirin.
XERPÊT
Namzetên HDP'ê yên Xerpêtê jî li navçeya Palo esnaf ziyaret kirin. Esnaf serê sibê li navçeyê hatin pêşwazîkirin û pişt re esnaf ziyaret kirin. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî namzetan da.
SÊRT
Namzetên HDP’ê yên Sêrtê çûn serdana esnafên Rûs Pazari. Namzetên ku rastî eleqeyeke mezin hatin têkîldarî kampanyaya hilbijartinê agahî dan esnafan. Welatiyan jî diyar kirin ku ji bo HDP bi ser keve dê piştgiriyê bidin.
EDENE
Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de civîna çapemeniyê li dar xist û saziyên sivîl ve civiya. Civîn li oteleke hate lidarxistin û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen yuksekdag û namzetên HDP’ê yên Edeneyê Ridvan Turan, Meral Daniş Beştaş, Vedat Ozkan, Beyhan Gunyelî, Tugay Bek, Kader Duman, Hatîce Kavran, Hidir Koluman, Ferîde Işiy Peynîrcî, Bariş Karabiyik û nûnerên saziyên sivîl başdar bûn. Di civînê de namzetên HDP’ê yên Edeneyê hatin nasandin. Li vir Meral Daniş Beştaş axivî û got ku ew ê bendê derbas bikin û biçin Meclîsê. Ridvan Turan jî HDP wekî mozaîka gelên Tirkiyeyê derketiye û partiyeke ku di nava piraniyê de yekîtiyê diparêze ye
Yuksekdag j îli ver axivî û da zanîn ku HDP partiyeke ku li ser navê gel diaxive nîne, gel bixwe ye. Yuksekdag wiha got: “Di me de nûnerên jinan nîne. Jin bi xwe hene. Nûnerên Kurd, Elewî, Êzîdî, Suryanî, Ermenan nîne ji ber ku ew bi xwe hene. Sîwaneya me qubeya asîman e.”
Yuksekdag bilêv kir ku danezana ku aşkera kirine bernameya îxtidara gel e û tenê ji bo bûnê îktîdarê na ji bo pêkanînê çêkirine.
‘EW XIZIR, HDP YE’
Yuksekdag wiha axivî: “Gelan pêdivî bi pêkhateyeke nû didîtin. Dema HDP’ê hatibû. Wekî ku dibêjin heta evd nekeve tengasiyê Xizir nayê. Ew Xizir HDP ye. Yuksekdag bal kişand li ser Cejna Zarokan jî û wiha got: “Zarok li dibistanan bi asîmîlasyon û pêkûtiyan re rû bi rû dimînin. Di zimanê dayikê de nikarin perwerde bibin.Hin zarokên me jî ji aliyê dewletê ve tên qetilkirin. Zarokan nekujin, asîmîle nekin û cejnê jî pîroz nekin. Tişta ku divê îktîdar ji 23’yê Nîsanê fêm bike ew e em, welatekî ku zarok rastî tacîz û tecawizê nayên, nayên kuştin, li zevî û kargehan nayê xebitandin e.”
ÊLIH
HDP'a Êlihê xebatên xwe bênavber berdewam dike. HDP'ê bi munasebeta namzetên xwe Saadet Becerîklî, Ayşe Acar Başaran û Hasan Yagiz bi gel bidin nasîn li navçeya Hezoya Êlihê şahiyek li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, nûner û rêveberên rêxistina DBP, HDP'ê, Hevşaredarê Êlihê Sebrî Ozdemîr, KJA, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji di nav de bi hezaran kes tevlî şahiyê bûn. Li qada şahiyê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK,KCK'ê û alên HDP'ê hatin daliqandin. Welatiyên ku li qadên bûn bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî HDP, em bi hev re herin meclîsê" û "Gel bi we şanaz e" berz kirin. Bernameya şahiyê ji bo kesên di şerê tekoşina azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dan, bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre namzet yek bi yek derketin ser dikê û welatiyan silav kirin.
'HÊVIYA GEL JI HDP'Ê HEYE'
Piştî rêzgirtinê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata axivî û anî ziman ku gelê kurd her tim rastî zilm û zordariyan hatiye. Niha jî ji bo azadî û jiyaneke nû ji HDP'ê gelek bi hêvî ye. Ji ber ve yekê HDP'ê ji bo bibe dengê hêviya gelan dê her tim li qadan bin.
Piştre namzeta HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran derket ser dikê û got ku ger HDP bendavê derbas neke dê li Tirkiyê angaşên mezin derkeve û ev tişt got: "Armanca me ne ew e ku em bikevin meclîsê. Armanc ew e ku pêvajoya çareseriyê ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiyê destpêkirin bi pêş ve bibin. Ger ku ne gel bi îradeya xwe vê pêvajoyê bi pêş ve bibe, dê ev pêvajo bê xitimandin û wek salên berê şer û pêvçûnên mezin derkevin holê."
'JI BO JIYANA DEMOKRATÎK BIXEBITIN'
Başaran şerê li Kantona Kobanê jî wiha nirxand: "Bi hezaran ciwanên kurd ji bo azadiyê berê xwe dan Kobanê û canên xwe feda kirine. Hemû şehîdên me rûmeta me ne. Bila hikûmeta AKP'ê zanibe ku em ji bo gelê xwe dijin û dê heya dawiyê jî em ê têkoşin. Ji ber vê yekê ev hilbijartina pêşiya me gelek girîng e. Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku bila bi şev û roj li kolan, kolan bigerin û ji bo azadî û jiyaneke demokratîk bixebitin."
Piştî axiftina Başaran namzetê HDP'ê ya Êlihê Hasan Yagiz axivî. Yagiz jî li ser danezana HDP'ê rawestiya û da zanin ku danezana HDP'ê dengê hemû gelan e û hemû gel dê xwe di rêxistina HDP'ê de bibînin.
Piştî axaftinan Aşxaneya Hezoye bi coş hat vekirin.