Yuksekdag, li Wanê bi welatiyên li TOKÎ'yan dijîn re hat gel hev. Yuksekdag bal kişand ku DAIŞ tenê dikare di mîtîngên HDP’ê de komkujiyan pêk bîne û wê gel di 1’ê Mijdarê de bersivê bide AKP û DAIŞ’ê.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, li Wanê xebatên xwe yên hilbijartinan didomîne. Yuksekdag li buroya hilbijartinê ya Yenî TOKÎ ya Artemêtan tevlî civîna gel bû. Li gel endam û rêveberên HDP û DBP’ê, Komîsyona Şopandina Hilbijartinan a Serbixwe ya Ewropa û gelek kes tevlî civînê bûn. Di civîna gel a veguherî mîtîngê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêzgirtin pêk hat.
'WÊ TI CARÎ QEZENC NEKIN'
Yuksekdag a di civînê de axivî bal kişand ku bombeyên çeteyên DAIŞ’ê tenê di mîtîngên HDP’ê de têne teqandin û got: "Em ji ber bombeyan nikarin mîtîngan li dar bixin lê ew di mîtîngan de nikarin qadan tijî bikin. Wê gel weke li qadan 1’ê Mijdarê jî wê bersiva wan bide. Wê ti carî qezenc nekin.”
Yuksekdag têkildarî rewşa hevşaredarên girtî jî got: "Em ê piştevaniya xwerêveberiyan bikin û hê mezintir bikin. Piştî 1’ê Mijdarê em ê xwerêveberiyan li her deverê welêt li Enqereyê îlan bikin. Piştî hilbijartinan em ê bi gelê xwe re kevokên spî bifirînin.”