Yuksekdag: Em dixwazin wek muxalefeta sereke bimînin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag, li binê konê ji aliyê Şaredariya bajarê Mezin a Wanê ve hat vedan, bi gel re fitara xwe vekir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag, li binê konê ji aliyê Şaredariya bajarê Mezin a Wanê ve hat vedan, bi gel re fitara xwe vekir. Yuksekdag di axaftina xwe ya li vir de got: “Me xwe wek partiya muxalefeta sereke îfade kir û em dixwazin wisa bimînin. Bi qasî ku hewcedariya Tirkiyeyê bi desthilatdariyekê heye, bi muxalefeteke sereke ya baş jî heye."

Li konê fitarê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, roja yekem bi hezaran kesî fitara xwe vekir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, parlamentera HDP’ê Tûgba Hezer, Yûrdûsev Ozsokmenler, Selamî Ozyaşar, Lezgîn Botan û Rezmiya Ozgokçe, her wiha wekîlên şaredariya Wanê Cahît Bozbay, cigirê sekreterê giştî Erhan Aksoy li binê konê fitarê amade bûn. Yuksekdag û kesên ligel wê rastî eleqeyeke mezin a gel hatin. Yuksekdag û yên pê re ketin rêza xwarinê û fitira xwe ya yekem bi gel re vekirin. Yuksekdag diyar kir ku bila Remezan bi xêr be.

DI ENCAMA HILBIJARTINÊ DE XÊREK HEYE

Yuksekdag bi lêv kir ku wê bi Waniyan re di rêya serketinê de pêş de biçin û qezencên mezin bidest bixînin û got: “Em ê bi hemû gelê xwe re kêf û coşên xwe parve bikin.”

Yuksekdag têkildarî Koalîasyonê de jî wiha got: “Di mijara koalîsyonê de jî me nêrînên xwe îfade kirin.  Divê Tirkiye bê hikûmet nemîne. Dema qanûnî hîna tije nebûye. Serokkomar wê birêz Davutoglu ku li serê partiya yekemîne wê peywirdar bike û piştre wê hevdîtin, bang û vexwendiyên pêwist bike. Em di vê pêvajoyê de dibînin ku gelê me biryarek rast daye û di siyasetê de hevsengiyek nû avakiriye. Yek partîbûn, yek partî hikûmetê ava nake, qet ne karasete. Berovajî vê ev encam bi xêr e. Gelê me gotiye bi hev re bikin û bi hev re bi rêve bibin. Em ê jî beşdarî vê rêveberiyê bibin.  Wek gel wê gotina me jî di vê biryarê de hebe.”

EM Ê WEK MUXALEFETA SEREKE WÊ BIMÎNIN

Yuksekdag di berdewamiyê de destnîşan kir ku divê hemû partiyên siyasî li gotinên gel guhdarî bikin û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya kurt a pêşiya me de wê hevdîtinên koalîasyonê temam bibin û Tirkiye bi hikûmetekê re rêya xwe berdewam bike. Em ê ti car di rêyeke ku krîzê diafirîne de nebin.  Me xwe wek partiya muxalefeta sereke îfade kir û em dixwazin wisa bimînin. Hewcedariya Tirkiyeyê bi qasî ku bi desthilatdariyekê heye, bi muxalefetek sereke jî heye. Me dît ku ger muxalefetek xurt tinebe wê hikûmet çiqas zerarê bibîne.  Me di 13 salan de dît ku welat çiqas şûnde dixîne. Ji bo krîz û rîsk ji holê rabin berpirsyariya me çi be emê ji holê rabikin.”

EM Ê BIBIN PARTIYA KU DERIYÊN NÛ VEDIKE

Yuksekdag bi lêv kir ku piştî merasîma sondxwarinê ya 23-24’ê Hezîranê wê dest bi xebatên meclîsê bikin û wê pêvajoya avakirina hikûmetê lez bibe. Yuksekdag wiha berdewam kir: “Me di 7’ê Hezîranê de pêşiya Tirkiyeyê vekir. Ji vir û şûn ve jî em ê vekin. Em ê wisa rola xwe bilîzin.”

Piştî fitarê Yuksekdag û kesên ligel wê çûn Kolana Hunerê û bi gel re sohbet kirin. Piştî sohbetê gel ew bi çepikan oxir kirin.