Yuksekdag: Em dixwazin wek muxalefet bimînin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, li Wanê li konê fitarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi gel re fitar vekir û diyar kir ku ew wekî partî dixwazin wek muxalefet bimînin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, li Wanê li konê fitarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi gel re fitar vekir û diyar kir ku ew wekî partî dixwazin wek muxalefet bimînin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê û wekîla HDP'ê ya Wanê Fîgen Yuksekdag, di Meha Remezanê ya ewil de li konê fitarê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi gel re fitar vekir. Di fitarê de ligel Yuksekdag wekîlên HDP'ê yên Wanê Lezgin Botan, Selamî Ozyaşar, Yurdusev Ozsokmenler û rêveberên HDP, DBP'ê yên bajar û navçeyê jî amade bûn. Di xwarina fitarê de Yuksekdag axivî û diyar kir ku wan coşa 7'ê Hezîranê bi hev re jiyan, wê coş û kêfxweşiya Meha Remezanê û Cejna Remezanê jî bi hev re bijîn. Yuksekdag da zanîn ku gel peyvira muxalefetiyê daye wan û ew dixwazin wekî partiya muxalif bimînin. Yuksekdag, da zanîn ku ti carî HDP'ê krîz dernexistiye û ji ber muxalefetek xurt a Tirkiyeyê tine Tirkiye paşve diçe.