Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a ku ber bi Farqîna ev 10 roj in di bin êrîşa hêzên dewletê de ye derket rê nirxandina "Heta ku cewhera berxwedana li Farqînê neyê dîtin ti caran demokratîkbûna Tirkiyeyê pêk nayê. Hemû kesên li dijî darbe û dîktatoriyê ne divê xwedî li berxwedana Farqînê û îradeya xwerêveberiyê derkevin. Xwerêveberî pêşeroja Tirkiyeyê ye. Li hemberî vî berxwedanê şansê serketina desthilatdariya siyasî nîne. Êdî tîr ji kevanê derketiye."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a bi Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu û parlamenterên HDP'ê wê li navçeya Farqînê ya Amedê ku ev 10 roj in di bin êrîşên dewletê de li ber xwe de lêkolînan pêk bîne. Yuksekdag a wê beşdarî merasîma cenazeyê Suleyman Guleç ê li Farqînê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin bibe pêkanînên rêveberiya awarte ya li navçeya Farqînê nirxand.
'AKP TÊ WATEYA DESTHILATDARIYA QESRÊ ’
Yuksekdag diyar kir ku cenazeyê Kadrî Sencer ê li Farqînê ji aliyê tîma înfazê Ford Ranger ve hate qetilkirin û ji erdê hate kaşkirin pêkanînên li dijî cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk tîne bîra mirovan û wiha got: "Tiştên ku tên jiyîn wekî operasyonek siyasî binavkirin ne pêkan e. Ev pêkanîneke wehşetê ye. AKP û desthilatdariya qesrê hemû aliyên xwe yên siyasî avêtiye paş û wekî maşîneya wehşetê dişixule. Bi taybetî li Kurdistanê desthilatdariya AKP'ê tê wateya makîneya şer."
'EM Ê LI CEM ÎRADEYA XWERÊVEBERIYÊN BIN'
Yuksekdag bal kişand li ser êrîşên li dijî daxwazên rêveberiya herêmî ya gelê Kurd û wiha axivî: "Desthilatdariya li hemberî we heke ji bilî howîtî, pêkûtî û operasyonên qirkirina siyasî ti rêbazê bikar neyne, li Farqînê be jî li New Yorkê be jî gel dikarin li dijî sîstemê îtiraz bikin ev mafê wan heye. Gelê Kurd jî îtirazî vî rêveberiyê dike" Yuksekdag bilêv kir ku li Tirkiyeyê sîstemeke ku li ser esasê daxwazên mirovî tineye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê Kurd xwerêveberiya ku daxwaza wan a demokratîk e nîşan daye. Gelê Kurd li dijî rêveberiya veguheriyê hovîtiyê mafê xwe yê demokratîk a xwerêveberiyê bi kar tîne. Bi mehan e rastiya ku tê jiyîn ev e. Tişta ku desthilatdar nabîne û ji bo biçewisînê şer îlan kiriye ev e. Em dibînin ku îradeya xwerêveberiyê mafeke rewa û demokratîk e. Li ser vê esasê em ê li cem îradeya xwerêveberiyê bin."
Yuksekdag got ku li dijî êrîşên ku hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan li Kurdistanê pêk tîne berxwedan peywireke dîrokî ye û heta dawiyê qadên berxwedana demokratîk biparêzin.
'DI ŞERTÊ DERBEYÊ DE DÎKTATORÎ TÊ FERZKIRIN’
Yuksekdag bilêv kir ku divê hemû kes li dijî pêkanînên rêveberiya awarte ya li Farqînê, li dijî êrîşên gel, hewldanên qetlîaman rawestin û ev pewyirek dîrokî ye. Yuksekdag wiha pêde çû. "Gelê me yên ku îradeya xwerêveberiyê datîne holê ji bo demokrasiyê li ber xwe didin. Ji bo bingehên demokratîk ên ku pêdiviya herî esasî ya cîhanê ye li ber xwe dide. Îdareya rêveberiya awarte, li dijî desthilatdariya ku heta dawî di nava xwînê de maye parastina nirxên mirovahiyê ye. Li Tirkiyeyê raya giştî ya ku bi derewanv e hatiye jehrîkirin, berxwedana li Farqînê nabîne, dîtina wî tê astengkirin. Heta ev berxwedana li Farqînê neyê dîtin tu caran ji bo Tirkiyeyê mirov nikare qala pêşerojeke demokratîk bike. Dê pêşeroja gelên Tirkiyeyê nebe. Di şertên darbeyê de dîktatorî tê ferskirin. Bi vê yekê re jî divê hemû kesên li dijî darbe û dîktatoriyê derdikevin xwedî li berxwedanê derkevin. Divê xwedî li îradeya rêveberiya awarte derkevin. Xwerêveberî pêşeroja Tirkiyeyê ye."
Yuksekdag derbiri ku li aliyeke hêzeke ku dixwaza îradeya xwerêveberiyê têk bibe heye li aliyê din jî li hemberî vê yekê berxwedan heye, li her derê gel xwedî li helwesta demokratîk derdikeve û li ber xwe dide. Yuksekdag ev tişt got: "Li hemberî vî berxwedanê şansê qezenckirina desthilatdariya siyasî tineye. Êdî tîr ji kevanê derketiye. Vî pêvajoyê destpê kiriye. Xwerêveberî fikra ku dema wê hatiye. Ti statuko nikarin vê fikrê asteng bikin. Desthilatdariya ku li Tirkiyeyê li ser xwînê li ser piyan dimîne nikare pêşiya pêşeroja Tirkiyeyê bigirin. Êdî tîr ji kevanê derketiye."
Piştî ku axaftina xwe bi dawî kir Yuksekdag bi cenazeyê Suleyman Guleç ê ku ji aliyê Tîmên taybet ve hate qetilkirin ber bi Farqînê ve derket rê.