Yuksek: Bi provokasyonan re HDP di binê bendê de bimîne wê şer rû bide
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek da xuyakirin ku provokasyona li Agiriyê ji aliyê AKP'ê ve hatiye afirandin û bi vê yekê re hatiye xwestin ku HDP di binê bendê de were hiştin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek da xuyakirin ku provokasyona li Agiriyê ji aliyê AKP'ê ve hatiye afirandin û bi vê yekê re hatiye xwestin ku HDP di binê bendê de were hiştin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek da bal kişand ser provokasyona li Agiriyê û anî ziman ku ev provokasyon ji aliyê AKP'ê ve hatiye afirandin û bi vê yekê re hatiye xwestin ku HDP di binê bendê de were hiştin. Yuksek diyar kir ku AKP'ê xwestiye leşker bimirin û got, "(...) Eger em di hilbijartinê de encameke serketî bi dest bixin, pêvajo dikare bi kêrî gelan were. Lê belê ev hemû bi hilweşandina bendê ve girêdayî ye."
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek bi berdevkên Komîsyona Hilbijartinê ya Herêmên Marmara, Anatoliya Navîn û Derya Reş ên HDP'ê re, der abrê xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de li avahiya HDP'ê ya Bajarê Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Di civînê de tevî Yuksek berdevkên komîsyona hilbijartinê ya Bakurê Kurdistanê û Hevserokên HDP'yî jî amade bûn.
YUKSEK: AKP RÊ LI BER PROVOKASYONAN VEDIKE
Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek beriya civînê daxuyaniyek da û bal kişand ser provokasyona li Agirî. Yuksek anî ziman ku ew li kaoseke ku AKP dixwaze di pêvajoya hilbijartinê de biafirîne re rû bi rû ne û got, "Divê ev yek ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve baş were dîtin û ji aliyê me ve jî baş were teşhîrkirin. HDP'ê heta niha hêvî daye tevahiya civakê û bindestan. Îspat kir ku guhertin pêkane. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, di mijara jiyana nû de hemû derdor li hev kom bûne. Ji bo pêşî li vê pêşketinê bigire, AKP û Erdogan ji bo rejîmeke yekparêz biafirînin, planan dikin ku HDP'ê di binê bendê de bihêlin. Ev pêşketin wê neyê sekinandin. Ev yek êdî diyarkirina çarenûsa bindestan bi destê bindestan e."
Yuksek ragihan ku provokasyona li Tendurekê ji berê ve hatiye plankirin û anî ziman ku daxuyaniyên Serokkomar Erdogan û rayedarên hikûmetê jî ji berê ve hatine plankirin. Yuksek got, "Di rewşeke ku hînê ne diyar bû li Agirî çi qewimiye de, dest bi propaganda siyasî kirin. Bûyera Agiriyê ji berê ve hatiye plankirin û ji bo Erdogan pêşkêşî raya giştî bike hatiye amadekirin. Lê belê hat pûçkirin."
'AKP'Ê XWEST LEŞKER BIMIRIN!'
Yuksek da xuyakirin ku AKP di çarçoveya plana xwe ya kaosê de dixwaze HDP'ê ji nava derdorên berfireh ên girseyî bixe nava rewşeke marjînal û got, "Armanca AKP'ê ya li wir, mrina leşkeran bû. Dema leşker bimira wê çi bibûya? Wê cenazeyê leşkeran bişanda her çar aliyên welêt û AKP'ê dest bi propaganda bikira. Û wê pêşî li karê HDP'ê yê li bajarên rojava bihata girtin. Plan ev bû." Yuksek diyar kir ku AKP ji bo desthilatdariya xwe winda neke tiştek nîne neke û got, "Lê belê dawiya her dîktatorekî diyar e. Nikare ji windakirinê, ji hesabdayîna gel rizgar bibin. Dawiya AKP û Erdogan jî wê bi vî rengî be."
HIŞYARIYA 'PÊVAJOYA ŞER'
Yuksek da zanîn ku divê kampanya hilbijartinê bi lez dewam bike û got, "Pêwîste der barê provokasyonan de em hişyar bin. Divê em ji sekna xwe ya şoreşgerî ya siyasî tawîzê nedin û serê xwe li ber kesî jî netewîne. Ji bilî pûçkirina van provokasyonan ti çareyeke me nîne. Yê mezin dibe em in, pêwîstiya me bi pevçûna li nava kolanan nîne. Zemîneke çiqasî xurt derkeve holê, em ê ewqasî bi xurtî karibin xwe ji civakê re vebêjin. Eger AKP di hilbijartinan de bi van taktîkan re HDP'ê di binê bendê bihêle, ya ku piştî hilbijartinan rû bide, pêvajoya şer e. Biryara di MGK'ê de hatiye stendin, ev e. Armanca AKP û Erdogan jî ev e. Divê em vê pûç bikin. Lê belê ev hemû bi hilweşandina bendê ve girêdayî ye."