Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Giştî ya YPS'ê de hat ragihandin, sibeha 21'ê Hezîranê saet di 08:00 de li hemberî 10 polîsên li avahiya emniyetê û nuqteya polîsan ên li navçeya Şirnex Elkê, yekîneyên YPS'ê bi çekên ferdî çalakiyek lidar xistine.
YPS'ê diyar kir, di vê çalakiyê de 4 polîsên tîmên taybet hatine kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne. Di daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS'ê de hat gotin, "Medya qesrê vê çalakiyê bi rengekî cuda nîşan dide. Nûçeyên di çapemeniya wan de tên weşandin, ne rast in."