YPS: Kesekî hevkariya dewletê dikir hate kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku li navçeya Qoser a Mêrdînê nobedarekî ku ‘bi dewletê re hevkarî dikir’ hatiye kuştin û li dijî qumarxaneyekê çalakî hatiye lidarxistin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku li navçeya Qoser a Mêrdînê nobedarekî ku ‘bi dewletê re hevkarî dikir’ hatiye kuştin û li dijî qumarxaneyekê çalakî hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS’ê de ev agahî cih girtin:
“23’ê Hezîranê li navçeya Qoser a Mêrdînê, yekîneyên me nobedarekî sîxûr ê ku bi dewletê re hevkarî dikir kuştiye.
20’ê Hezîranê, yekîneya me ya YPS’ê li dijî qumarxaneyeke li navçeya Qoserê ku xebatên sîxurkirinê dimeşand, çalakî li dar xistiye.”