YPS: Gelek çeteyên Qesrê hatin kuştin
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, çalakiyên bi bandor û berxwedana şervanên YPS/YPS Jin dewam dikin û di van çalakiyan de gelek çeteyên Qesrê hatine kuştin.
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, çalakiyên bi bandor û berxwedana şervanên YPS/YPS Jin dewam dikin û di van çalakiyan de gelek çeteyên Qesrê hatine kuştin.
Kordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) li ser çalakî û şerê di dema dawî de qewimîne, daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPS'ê da xuyakirin, ku li hemberî êrîşên çeteyên qesrê yên li dijî qadên xwerêveberiyê, çalakiyên bi bandor û berxwedana hêzên wan dewam dikin. YPS'ê ragihand, di van çalakiyan de gelek çeteyên qesrê hatin kuştin û destnîşan kir ku encama gelek çalakiyên ku kuştiyên çeteyan çêbûn, nehatine zelalkirin.
Di daxuyaniya Kordînasyona Giştî ya YPS'ê de ev agahî hatin dayîn:
NISÊBÎN
"Roja 20'ê Adarê li taxa Koçeran saet di navebra 13:00-14:00 de dema 5 çeteyên DAIŞ'ê diketin hundirê malekê, yekîneyên me yên berxwedanê yên YPS û YPS Jin bi bombeyên destan ev çete hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.
21'ê Adarê piştî nîvro, li taxa Koçeran şer derket û bi zelalî hat tespîtkirn ku 4 endamên POH hatin kuştin.
22'ê Adarê saet di 07:00 de yekîneyên me yên berxwedanê yên YPS'ê bi çekên fermî li çeteyekî AKP'ê yê çeka giran bi kar danî xistin û ev çete kuştin. Piştî vê çalakiyê dijmin bi tank û hawanan li hemû taxên berxwedanê xist.
ŞIRNEX
Roja 21'ê Adarê piştî nîvro çeteyên AKP'ê yên xwestin ji taxên Mîşîllî û Şehrînûh xwe berdin nava taxa Dîcle, rastî bersiva yekîneyên me yên berxwedanê YPS'ê hatin. Di şerê li vir de li gorî agahiyên destpêkê 4 çteyên qesrê yên faşîst hatin kuştin.
Di vî şerê li taxa Dîcle de şervanê me Salîh Batmaz bi nasnav Mazlûm şehîd ket.
Kepçeyeke zirxî ya xwest xendekên lit axa Dîcleyê dagire, ji yekîneyên me yên berxwedanê YPS'ê derb xwar û xwe vekişand.
Li hemberî çeteyên AKP'ê yên ketin hundirê malekê, yekîneyên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên polîsên ji ber vê teqînê, nehat zanîn. Agahiyên berfireh wê piştre bên parvekirin.
20'ê Adarê, çeteyên AKP'ê yên xwestin bikevin taxa Cûmhûriyetê, li avahiyekê bi cih bûn. Yekîneyên me yên berxwedanê YPS'ê li hemberî vê avahiyê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên polîsan li vê derê baş nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê bi 3 ambûlansan mirî û birîndar hatine rakirin. Maşîneke zirxî ya bi tîpa kobra ya hat destwerdanê, bû hedefa yekîneyên me yên berxwedanê. Di encama derbên li vê derê de ajokarê vê maşîna zirxî hat kuştin, maşînê jî derbeke giran xwar. Komeke ji çeteyên qesrê xwestin bi qulkirina dîwê re bi pêş de biçe. Di encama çalakiya yekîneyên me ya li vir de 1 çeteyê 'tevgera taybet' hat kuştin.
Li taxa Yeşîlyûrtê şer dewam dike. Li gorî çapemeniya medya şerê taybet, li vir 3 çeteyên 'tevgaer taybet' hatin kuştin. Agahiyên berfireh wê piştre werin parvekirin.
Roja 21'ê Adarê ji danê êvarê heta sibeha 22'ê Adarê çeteyên qesrê bi çekên giran gule li Yenîmahale reşandin. Agahiyên berfireh wê piştre bên parvekirin.
ŞERVANÊN JIYANA XWE JI DEST DAN
Nasnameyên şervanên me yên din demên cuda de şehîd ketin bi vî rengî ye:
Nasnav: Bagok Çiyager
Nav: Abdullah Ak
Cihê şehadetê: Nisêbîn
Nasnav: Mahîr Çayan
Nav: Şahîn Yilmaz
Navên dê û bav: Zulayha-Alaatîn
Ji dayikbûn: 1995 - Mûş
Cihê şehadetê: Nisêbîn
Nasnav Niştiman Jînda
Nav: Cemal Mevlûde
Navên dê û bav: Amîne-Celal
Ji dayikbûn: 1992 - Şaho
Cihê şehadetê: Nisêbîn
Nasnav: Rohat Wan
Nav: Omer Aslan
Navên dê û bav: Sarya - Necîm
Ji dayikbûn: 1993 - Wan
Cihê şehadetê. Şirnex"