YPS'ê li emniyeta Rêya Armûşê xist
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku li dijî avahiya emniyeta navçeya Rêya Armûşê ya Wanê çalakiyek hatiye lidarxistin.
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku li dijî avahiya emniyeta navçeya Rêya Armûşê ya Wanê çalakiyek hatiye lidarxistin.
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku li dijî avahiya emniyeta navçeya Rêya Armûşê ya Wanê çalakiyek hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniya koordînasyonê de li ser çalakiyên YPS'ê yên vê dawiyê, ev agahî hatin dayîn:
SILOPIYA
"Li gundê Rihanî yê Silopiyayê, sibeha 17'ê Îlonê saet di 07:00 de çeteyan dest bi operasyonekê kirin. Vê operasyonê li bejahiya gundê Rihanî dewam kir. Danê êvarê saet di 14:00 de bi rengekî neserketî qediya.
WAN
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, êvara 19'ê Îlonê saet di 20:30 de yekîneyên me çeperên li dora Midûriyeta Emnieyta Navçeyê û avahiya Emniyetê hedef girtin. Piştî derbên bi bandor ên bi çekên navîn û ferdî, ji bo demeke kurt şer derket. Yekîneyeke din a hêzên me jî piştî deqeyan li çeteyên (POH) li hewşa midûriyetê kom bûbûn, xist. Çeteyên ku ji bo destwerdanê hatin AVM a li avahiya Emniyetê, bûn hedefa yekîneyên me. Derbên xurt li çeteyên li vir hatin xistin.
Piştî çalakiyê hêzên me qedeme bi qedeme vekişiyan. Li taxa Şehîd Firatê jî rêyek xistin kontrola xwe.
Medya Qesrê weke nûçeya lezgîn ragihand ku 3 birîndarên wan çê bûne. Lê ev ne rast e. Gelek kuştî û birîndarên çeteyên qesrê hene.
Bi van çalakiyan, heyfa endamên me Çekdar û Rêber ên di dema dawî de şehîd bûn, hatiye hilanîn.
Roja 16'ê Îlonê, yekîneyên me pira Tizîzê ya li qada Xavizkan a Şaxê kontrol kirin. Di dema kontrola rê de, kontrayê bi navê Alî Ogun ê ajantî dikir û gelek caran hatibû hişyarkirin, hat kuştin."