Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ev agahî parvekirin:
“Li Qoserê 16’ê Îlonê yekîneyên wan li dijî avahiyekî aîdî POH’ê bi çekên B-7 û çekên ferdî çalakiyek li dar xistin. Di dema ku 6 POH kom dibûn de bi çeka B-7 hatiye lêxistin. Di vê çalakiyê de têkildarî kuştî û birîdaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
KONTRAYAN ZEYREK KUŞTIN
Li Taxa Cûmhûryetê di şeva ku 14’yê Îlonê bi 15’ê Îlonê ve girêdide, di saet 00:30’an de kesê bi navê Munîr Zeyrek ê serçerdevan ku li bajarokê Gite yê dema ku li mala xwe de bû ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate kuştin. Zeyrek ê ku dixwestin bi zorê beşdarî operasyonan bike û dema ku nexwest beşdar bibe bi awayekî zanîstî hete hedefkirin û kuştin. Çeteyên Qesrê hewl dan ku vê bûyerê bixînin stûyê yekîneyên me de. Divê gelê me guh nedin van nûçeyên derew û bê bingeh.”