BI DÎMEN

YPG/YPJ'ê taxa Ezîziyê paqij kir

Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, hêzên YPG/YPJ'ê, tedbîrên ewlekariyê yên li herêmên di bin kontrola wan de ne, xurt dikin.

Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, hêzên YPG/YPJ'ê, tedbîrên ewlekariyê yên li herêmên di bin kontrola wan de ne, xurt dikin. Di encama operasyoneke hêzên YPG/YPJ'ê de taxa Ezîziyê û du gundên nêz, bi temamî hatin kontrolkirin. Xebatên lêgerînê yên li van cihan dewam dikin.

Asayîşê li cihên ketin û derketina taxê de nuqteyên kontrolê ava kir û tedbîrên ewlekariyê zêde kir. Hat ragihandin ku cenazeyên çeteyên di şerê duh de mirin, li nêzî atolyeya pembo ya Xezel li erdê mane. Li gorî agahiyan çeteyan duh bi şev topên hawanê avêtine taxên Muftî û Dahiyê û di encamê de xaniyekî zerar dîtiye.

Li taxên bakur ên bajêr, ku bi temamî di bin kontrola YPG/YPJ'ê de ne, tedbîr û kontrol di asta herî bilind de ne. Asayîş, Hêzên Parastina Cewherî yên Komunan, endamên Yekîtiya Ciwanan bi hêzên YPG/YPJ'ê re di parastina gel de bi awayekî aktîf cih digirin.