YPG: Tiliya hinek partiyan di çandina heşîşê de heye

YPG: Tiliya hinek partiyan di çandina heşîşê de heye

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bal kişand ku di çandin û belavkirina madeyên tiryakê de, tiliya hinek partiyên siyasî heye, ev partiyên hanê dixwazin ji têkoşîna YPG'ê ya li dijî vê yekê jî rantê bi dest bixin, lê ew ê li dijî hemû êrîşên li ser gel têkoşîna xwe bilind bikin.

Ji rayedarên YPG'ê Sîpan Hemo, têkildarî operasyona li hemberî çandin û belavkirina madeyên tiryakê ku li bajarê Kobanê hatibû destpêkirin, ji ANF'ê re axivî. Sîpan Hemo, anî ziman ku ji destpêka pêvajoya şoreşê re wan xwest ku aramiya li herêmên kurdan bi parêzin, lê dijminên wan her tim dixwazin aloziyan derxînin û ev tişt gotin: "Dixwazin di nava gel de aloziyên mezhebî pêş bixin. Gelê kurd li hemebrî van hişyar bû, li gorî wan tevnegeriya. Dema nekarîn bi çekan bikevin herêmên kurdan û tevlîheviyê bikin, serî li rêbazên cuda yên wekî heşîşê dan." Hemo, destnîşan kir ku ev lîstokek gemar a li ser gel tê meşandin e û xwest ku gel li hemberî vê yekê hişyar be û tedbîrên xwe bigire.

'HERDU MECLÎSAN TEDBÎR NEGIRTIN'

Hemo, ji ber ku li dijî çandina heşîşê tedbîr negirtine rexne li Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENSK), her wiha partiyên siyasî kirin û wiha axivî: "Ev 6 meh e li ser mijarê tê axaftin, lê mixabin li herêma Kobanê nekarîbûn pêşiya vê yekê bigirin. Lewre çandin zêde bû û giştî astek wisa ku wekî çekekekê li dijî gelê me bê bikaranîn."

'EM MECBUR MAN MUDAXELE BIKIN'

Sîpan Hemo, da zanîn piştî ku herdu meclîsan û partiyên siyasî pêngav ne avetin, ew mecbur mane ku mudaxele bikin û wiha dom kir: " Operasyon ev 3 roj e didome. Em pir bi baldarî didomînin. Li gel ku hinek astengî hene jî, encam çi dibe bila bibe em nahêlin ku zirar bigihîje gelê me. Êdî ev erk ji me re ma."

'EV JEHRA KU MEJIYÊ MIROV HEDEF DIKE YE'

Hemo, got ku piştî operasyonê hinek kes vê meseleyê bi aliyên madî û feqîriyê ve girêdidin, lê ev ne rast e û li ser vana xalan rawestiya: "Bila hemû kes zanibe ku ev operasyon heta ev karên hanê bidawî dibin, dê bidome. Ev operasyon niha di çarçoveya rakirina heşîşê de didome, lê di pêşerojê de dê derbarê kesên vî karî dikin de jî cezayên giran bêne dayîn. Mijar tenê madî baya, me dê bi rengekî din alîkariyek bidaya gelê xwe, lê ev jehrek ku raste rast mejiyê mirovan hedef digire ye. Lewre bila gelê me teng lê nenêre û li pêşiya operaksyona me astengiyan dernexîne, alîkariya me bike."

HINEK PARTÎ DIXWAZIN RANTA SIYASÎ BI DEST BIXIN'

Li ser hinek gotinên wekî, "YPG li dijî risqê me radiweste" jî Hemo, got ku ev gotin rê li ber hinek nerazîbûnan vedike, hinek partiyên siyasî yên kurd jî, dixwazin ji vê yekê ranta siyasî bi dest bixin. Hemo wiha dom kir: "Lê ji bo me ya girîng, berjewendiyên gel in. Tiştekî exlaqî nîn e ku ev partiyên hanê ji xwe re encamê derxînin."

'DI DESTÊ ME DE AGAHÎ HENE'

Rayedarê YPG'ê Sîpan Hemo, bal kişand ku di dema operasyonê de hinek agahî ketin destê wan û ev agahî jî wiha rave kirin: "Di van agahiyan de tê dîtin ku di belavkirin û çandina heşîşê de destê hinek partiyên siyasî heye. Em aşkera dibêjin ku em ê bi biryarî li dijî van partiyan derkevin. Hinek partiyan ji gundiyan re gotine 'divê hun li dijî operasyona YPG'ê derkevin da ku hun karibin berhema xwe rabikin'. Em vê yekê qebûl nakin. Heke partî nikarin li dijî heşîşê bisekinin, divê alîkariya operasyona me bikin."

'OPERASYON DÊ BIDOME'

Hemo, anî ziman ku ew ê operasyona li Kobanê heta bidawîbûnê çandina heşîşê bidomînin û ev tişt gotin: "Dijminên gelê kurd ku nekarîn kurdan bi rêbazên wekî çekan li dijî hev derxînin, vê carê serî li madeyên wekî heşîşê dan. Em jî wekî YPG'ê ji bo parastina gel xwe berpirsyar dibînin. Em ê di her şert û mercan de, li dijî hemû êrîşan têkoşîna xwe bidomînin."

Hemo, Ji gelê Kobanê xwest ku xeteriyê zanibe, talukeyê nas bikin û wiha dom kir: "Ev madeyek jehrî ye û bi zanebûn xistine nava gelê me. Dijmin vê yekê bi zanebûn wekî jehrekê li nava gel belav dike û bi rêbazên zirav dike. Bi v ê yekê dixwaze doza kurd têk bibe. Lewre divê gelê me hişyar be."

Hemo, Cejna Qurbanê jî li gel pîroz kir û xwest ku ev cejin bibe cejna yekîtî û azadiyê ji bo hemû gelan û gelên Kurdstinê.