YPG: Pêşdeçûna hêzên me didome

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir di operasyonên li herêma Girê Spî de, 3 gund û 5 gundikên din ji çeteyan hatine paqijkirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir di operasyonên li herêma Girê Spî de, 3 gund û 5 gundikên din ji çeteyan hatine paqijkirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê operasyona li başûrê Girê Sipî dom dike daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya “Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo” ya ketiye roja xwe ya 47’an li başûrê Girê Spî û Silûk pêşveçûna hêzên me yên Kobanê û Cizîrê didome.

Duh hêzên me yên Cizîrê li başûr rojavayê bajaroka Silûk operasyonek li dar xistin. Di encama operasyonê de gundê Demîşliyê yê di bin dagirkeriya çeteyan de bû hate azadkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.

Hêzên me piştî dîtin çeteyên DAIŞ’ê li van qadan hejmarek zêde mayin bi cih kirine, li van gundan xebata paqijkirina mayinan dan destpêkirin. Di xebata paqijkirinê ya gundê Til Hemam a roja derbasbuyî hatibû rizgarkirin, di encama teqîna mayineke çeteyan de 2 rêhevalên me birîndar bûn.

Li ser rêya Reqa-Girê Spî ya ku ji nêzîkî gundê Demîşliyê derbas dibe, duh pişt nîvro mayinek a çeteyan ji berê de li ser rê bi cih kiribû, di maşîneyeke sîvîlan de hatiye teqandin. Di wê maşîneya ku ji aliyê çeteyan ve hatibû hedefgirtin de, hemwelatiyek me gihîştiye şehadetê û 4 kesên din jî birîndar bûn. Hêzên me piştî mayinên li ser rê paqij kirin xwe gihandin kesên birîndar û ew birin nexweşxaneyan.

Operasyonên hêzên me yên Kobanê yên ku li başûrê Girê Spî dimeşandin, didomin. Hêzên me îro danê sibê gundên Zenbaq û Elî Beceliyê, 5 mezra ji çeteyan paqij kirin û gihandin azadiye xwe. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.”